Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê 2018-03-11 12:07:22 QAMIŞLO – Pêkhateyên kantona Qamişlo, ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê Efrînê û şervanan a li hemberî êrîşên Tirkiye ya li ser Efrînê, kom bûn û ketin rêya Efrînê. Êrîşên bejayî û hewayî yên Tirkiye ku li ser gund, navçe û Bajarê Efrînê di 20'ê Çile de dabû destpêkirin di roja 51'an de berdewam dike. Tirkiye ji şevê din ve bi balafirên şer Efrînê bombe dike. Çalakiyên li dijî êrîşan jî her ku diçe zêde dibe. Bi hezaran welatiyên kanton Qamişlo yên ji pêkhateyên cuda bi armanca xwedîderketina li berxwedana gelê Efrînê ya rastî êrîşên TSK û OSO tê careke din berê xwe dan Efrînê. Girseya gel ku alên YPJ û YPG‘ê û TEV-DEM‘ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şaxên zeytûnan bilind kirin, li qada Şehîd Xebat kom bûn û berê xwe dan Efrînê.