Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê 2018-03-11 11:27:11 KOBANÊ – Gelê kantona Kobanê ji bo xwedîderketina li Efrînê û parastina wê, careke din bi girseyî berê xwe da Efrînê.  Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, bi mebesta xwedîderketina li berxwedana gelê Efrînê û ji bo êrîşên TSK û OSO yên li ser gelê Efrînê şermezar bikin berê xwe dan Efrînê. Gel li qada Jina Azad û Şehîdgeha Dicle kom bûn û ketin ser rêya Efrînê. Welatiyê bi navê Îsmaîl Mûsa ji gundê Karoza armanca xwe ya çûna Efrînê anî ziman û got: “Em li vir kom bûne, da ku biçin warê Berxwedana Serdemê û piştgiriyê bidin berxwedana gelê wê ya li hemberî êrîşên Tirkiyê.”   Welatî Kewser Ehmed jî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kir û piştgiriya xwe bi şervanên YPJ/ YPG/QSD û gelê Efrînê anî ziman. Kewser  wiha got: “Ne mafê dewleta Tirkiyê ku herêma me dagir bike û destwerdanê di karûbarên me yên hundirîn bike. Li Efrînê komkujî li pêş çavên cîhanê têne kirin, lê dengê xwe nake, bêdengiya wan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Îradeya gel ji teknîka Tirkiyê bi hêztir e. Berxwendana Serdemê di roja xwe ya 51`e didome. Çawa li Kobanê em serketin, li Efrînê jî em ê bi serkevin, ji ber ku biryara me serkeftin an serkeftin e” Meşa gelê Kobanê ya ber bi Efrînê ve didome.