NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan 2018-03-11 11:11:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo Efrînê bang kir û got, "Divê em xwedî li rûmet, hebûn, dîrok, gel û axa xwe derkevin. Gotin qediya em ji bo Efrinê derkevin kolanan."  Şerê Tirkiye yê hewayî û bejayî li dijî Efrînê di roja 51'an de berdewam dike. Balafirên şer ên TSK'ê bê navber Efrîn û derdorê wê bombe dikin. Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), daxuyaniyeke nivîskî da û bang li gel kir ku dakevin qadan. Hevserokatiya NAV-DEM'ê destnîşan kir ku êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê biryara ji bo tinekirina gelê Kurd e û wiha got: "Weke gel, divê em jî bi ruhê seferberiya neteweyî xwedî li rûmet, dîrok, hebûn, gel û axa xwe derkevin."   NAV-DEM'ê diyar kir, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe dagirker dixwazin bikevin nava Efrînê û wiha dewam kir: "Ev jî tê wê wateyê ku wê qirkirin li ser bi sed hezaran mirovên me bê ferzkirin. Êdî xeterî heye ku bi sed hezaran mirovên gelekî bi rengekî komî bên qirkirin. Erdogan ê dîktator û faşîst dixwaze li pêş çavên tevahiya cîhanê Kurdan qir bike û got, "Li dijî hêzên ku dixwazin me tine bikin, ji bo parastina hebûna xwe em neçar in heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev rastî îro baştir tê fêhmkirin."   NAV-DEM'ê dest nîşan kir ku êrîşa faşîst a li dijî Efrînê bi bazariyeke qirêj a bê exlaq a navbera Rûsya û TC hatiye plankirin û dewleta Elman jî bi desteka xwe ya çek, pere û siyasî ya ji bo dewleta Tirk bûye hevparê vî şerê bi xwîn.   NAV-DEM'ê bang li gelê welatparêz, Elewiyan, Êzidî, Xiristiyan, Misilman û hemû dost û rêxistinan kir ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinê serî rakin û wiha bi dawî kir: "Divê bi ruhê serhildan û raperînê dakevin qadan. Berdêla xwe çi dibe bila bibe lazim e gelê Kurdistanê di vê demê de rûmet, hebûn, dîrok, gel, ax û namûsa xwe biparêze. Pêwîste gelê me bi her awayî çalakiyên xwe yên demokratîk rewa bi kar bînin. Êdî kêr hestî dibire û gotin bê feyde ye. Divê em li kolanan, li meydanan, li pêşiya saziyên navneteweyî û parlamentan dirûşma 'pêşî li vê qirkirinê bigirin' bilind bikin. Divê gelê Kurd nîşanî dost û dijminan bide ku li ber mêtinger û dagirkeran serî natewîne."