Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da 2018-03-11 10:21:37   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, zarokê 10 salî Beraat Oktay yê teqemeniya li kolanê bi wî de teqîya û birîndar bû jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Gungorê ya Navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din dema zarokê 10 salî Berat Oktay li kolane dilîst teqemeniya ku li erdê dît bi destê wî de teqîya. Oktay ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Oktay, piştî mudaxaleya ewil ew sewqî Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê kirin. Oktay li vir tevî hemû mudaxalayan jiyana xwe ji dest da.