Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin 2018-03-11 09:51:26 EFRÎN – Balafirên şer ên TSK’ê ji şevê din de bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin.  Şerê Tirkiye yê li dijî Efrînê di roja 51'an de berdewam dike. Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) û komên girêdayî wê bê navber ji hewayî û bejayî de Efrîn û navçeyên Efrînê bombe dikin. Balafirên şer ên TSK'ê, bê navber bajarê Efrînê bi sed hezaran welatî lê dijîm bombe dike. Tevî Neteweyên Yekbûyî biryara agirbestê îlan kiriye jî Tirkiye bi piştgiriya Rûsya bi balafirên şer ax, gund, navçe û navenda Efrînê bombe dike. Piştî Rûsya seha hewayê ji Tirkiye re vekir, Tirkiye 51 rojin Efrînê bombe dike. Balafiran ji şevê din heta serê sibê bajarê Efrînê ku bi sed hezaran welatî lê dijîn bombe kir.