24 sal in Nazim Babaoglû winda ye 2018-03-11 09:26:57 RIHA- Di ser windakirina rojnamevan Nazim Babaoglû re 24 sal derbas bûn. Kekê Babaoglû, Cemal Babaoglû diyar kir ku ew di warê hiqûqî de têdikoşin û got: "Diya min bêyî ku xeberekê ji Nazim bigire mir. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin."  Di 12'ê Adara 1994'an de ji Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Baboglû re hat gotin ku "Li Sêwregê nûçeyek heye, demildest were", lê belê 24 sal in tu xeber ji Baboglûyê ku çû navçeyê nayên girtin. Buroya Rihayê ya rojnameya ku Baboglû lê dixebitî, beriya kuştina Baboglû bi 2 rojan der barê cerdevanên eşîreta Bûcakan de nûçeyek çê kiribû û ew nûçe bibû manşet. Di nûçeya ku bi sernavê "Ev in cerdevanên tecawizkar" hat weşandin de, dihat diyarkirin ku cerdevanên girêdayî eşîreta Bûcakan avêtina ser mala mamsoteyeke jin a li navçeyê dixebitî û ew îstismar kiribûn.    Di 12'ê Adara 1994'an de kesek li buroya rojnameyê digere û dibêje li Sêwregê nûçeyeke girîng heye û dixwaze rojname demildest nûçegihanekî bişîne. Wê rojê Nazim diçe Sêwregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Lê belê piştî windakirina Babaoglû hemû hewldanên di warê hiqûqî de ham bêje bê bersiv û encam man. Lê belê malbat ji bo dozê veguhêzîne Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di sala 2007'an de bi qanûna "Tazmîna zirara ku ji ber terorê rû daye" doz vekir. Lê belê doz hat redkirin. Her wiha bi ser de jî ji Makbûle Babaoglûya 80 salî 750 lîre mesrefê dadgehê hat xwestin. Di doza ku li Dadgeha Îdarî ya 1'emîn a Rihayê hat vekirin de biryara "Redkirina daxwazê, divê dozbar mesrefên dadgehê û 750 lîre heqê parêzer bide" hat dayîn.    PARÊZER: PIŞTÎ AYM'Ê EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN    Yek ji parêzerên dosyeya windakirina Babaoglû de, Parêzer Gulay Koca diyar kir ku wan ji bo tazmîna zirarên terorî serî li walîtiyê daye, lê belê dadgeha îdarî biryara redkirinê daye û wan ev biryar şandiye temyîzê. Koca, destnîşan kir ku Şûraya Dewletê biryar xera kiriye û got: "Lê belê dadgeha îdarî di biryara xwe de israr dike. Biryara redkirina dozê da. Me biryara redê şand temyîzê. Şûraya Dewletê serî li desteya daîreyên îdarî da. Desteyê biryara redkirinê ya dadgeha îdarî da. Li ser vê me xwest biryar bê sererastkirin. Heta niha tiştek ji sererastkirina biryarê dernektiye. Me di Mijdara 2016'an de serî lê da. Piştî riyên daraza hundurîn bixitimin em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û paşê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."    Cemal Babaoglû, kekê Nazim Babaoglû, di 24'mîn salvegera windakirina birayê xwe de, çîroka windakirinê bi bîr xist. Babaoglû, destnîşan kir ku di sala 2007'an de Wezîrê Karên Hundurîn gotiye "Êdî em naxwazin bi kesên hatine windakirin bên bibîranîn" û xwestiye agahiyên hatine bidestxistin ragihînin dozgeriyên komarê. Babaoglû got: "Gotin em ê bûyeran ronî bikin. Li ser vê bangawaziyê me jî agahî dan Dozgerê Erka Taybet ê Amedê Ahmet Karaca. Şahid ji dozger re got, dema ew li birayê xwe digeriya wî Nazim dîtiye. 10 sal derbas bûn, lê hîn jî tu pêşveçûyîn çê nebûne."    'DIYA MIN BÊYÎ KU XEBEREKÊ JI NAZIM BIGIRE MIR'    Babaoglû got: "24 sal di ser re derbas bûn. Lêkolîn tu carî nehatin kirin. Dê têkoşîna me bidome. Diya min bêyî ku xeberekê ji Nazim bigire mir. Armanca vê têkoşîna me tenê ne jî bo Nazim e. Em nazin tu kes jî ji ber karê xwe, fikra xwe bê windakirin, mexdûrkirin û girtin. Di vî warî de em ketin nav pençikên hiqûqê. Sala çûyîn birayê min ê karmend hat îxrackirin. 2 meh berê jî ez hatim binçavkirin, 14 rojan di bin çavan de mam. Ji ber min Serokoamr rexne kiriye, wekî heqaretê hatiye hesibandin. Sal û 5 meh ceza li min hat birîn. Girtin an negirtina min negirîng e. Ya girîng ew e ku hiqûq bibe serwerê vî welatî. A girîng ew e ku êdî dayik negirîn. Divê êdî dewlet rûberî xwe bibe. Ger nazim saxbûna wê niha 43 salî bûna."    MA / Arjîn Dîlek Oncel