ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-11 09:00:09 * Endama Koma Diyalogê Bînnaz Toprak, diyar kir ku li dijî yekitiya serokomar divê muxalefet jî amadekariyan bike û ev tişt got: "Di warê ewlehiya hilbijartinê de peywireke girîng dikeve ser milê raya giştî jî. Dîsa heke partiyên muxalefetê di çarçoveya rêgezên partiyan de bên gel hev, serkeftin pêkan e." * Îpek Mandûza ku li gundê Çataxa Mezin a navçeya Cilawûzê dijî, ji nebatan dermanan çê dike.    * Yûsûf Tûranê ku 24 sal berê koçî Stenbolê kir, bêrîkirina xwe ya ji bo xaka xwe û warê xwe li helbestê bar kir. Tûran ji bo vê yekê got: "Ji êş û azarên kurdan mirov dikare gelek fîlman bikêşe, gelek helbest û romanan binivîsîne." Tûranê ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, helbestên xwe li bîra xwe qeyd dike û hizir dike ku helbestên xwe di pirtûkekê de bi cih bike.    * Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, diyar kirin ku piştî Rewşa Awarte hema bêje dibistan veguherîne qereqolan û ji ber vê rewşê bêzar in. Xwendekaran diyar kir ku ew nikarin mafên xwe yên herî demokratk jî bi kar bînin û bi awayekî neheqî der barê wan de lêpirsîn tên vekirin û ceza li wan tên birîn.    * Yek ji şahidên Komkujiya Qamişloyê Siûd Huseîn anî ziman ku êdî kurdan berê xwe daye berxwedanê û got: "Ji wê rojê ve êdî li Rojavayê her tişt guherî."    * Di ser windakirina rojnamevan Nazim Babaoglû re 24 sal derbas bûn. Kekê Babaoglû, Cemal Babaoglû diyar kir ku ew di warê hiqûqî de têdikoşin û got: "Diya min bêyî ku xeberekê ji Nazim bigire mir. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin."    * Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ku di dema referandûma Herêma Kurdistana Federe de, di navbera rêveberiya herêmê û Tirkiyeyê de wekî krîzekê rû dabû, hejmara wesayîtên îxrcatvan ji sedî 50 kêm bûye. Ji sedî 30'yê fîrmayên herêmî top avêtine û ajovanên ku ji ber vê yekê betal mane, li qehwexaneyan bi lîstina kaxezan dema xwe derbas dikin.    *Cebraîl Ancarê ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtiye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û diyar kir ku gardiyan bi darê zorê alayê bi girtiyan didin maçkirin.    *Kurdan ji ber ku bi bedena xwe pêtên agirê Newrozê geş kirine remzek din li wateya Newrozê bar kirine. Bi dehan ciwanên kurd bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin û bûn Newroz. Yek ji ciwanên kurd ên bedena xwe kirin agirê Newrozê Zekîye Alkan e.