Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan 2018-03-11 07:06:11 NAVENDA NÛÇEYAN –  Li gelek bajarê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li dijî şerê Tirkiye li ser Efrînê daketin qadan. Bi hezaran Ewrûpî çalakiyên protestoyî lidar xistin. Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aurau, Bern, St.Gallen, Lozan, Cenevre, Luzern, Basel û Zurîh ên Swîsreyê dijîn, bi armanca êrîşên bombeyî yên Tirkiye herikîn qadan û çalakiyên protestoyî pêk anîn.   LOZAN    Bi dehan Kuridistaniyên li istasyona Trenê ya Navenda Lonzanê kom bûn bi çalakiyekê êrîşên li ser Efrînê protestokirin.   BERN    Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Parlemetoya Federal a Bernê kom bûn êrîşên Tirkiye yên bombeyî protestokirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin qîrkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên Tirkiye yên komkujiyê têkevin tevgerê.   BASEL    Kurdisanî û dostên wan ên li stasyona Trenê ya Navenda Baselê kom bûn pankart vekirin û bi dowîzên li ser “Kujer Erdogan” hatî nivîsandin êrîş protestokirin.   CENEVRE    Kurdistaniyên ku li Cenevreyê dijîn êrîşên komkujiyê yên Tirkiye li ser Efrînê bi çalakiya bêîtihatiya sivîl a li pêşiya Televîzyona Dewletê ya Swîsreyê (RTS) protestokirin.   ZÛRÎH    Kurdistaniyên li pêşiya Parlemetoya Kantona Zurîhê bi dirûşmên qîr kirn ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve meşiyan. Di meşê de Kurdistaniyan dirûşmên “Kujer Erodogan” û “Qatil Erdogan” qîr kirin.   ST.GALLEN   Kurdistanî û dostên wan ên li derdotî St.Gallenê dijîn li gara trenê ya navendê kom bûn û çalakiyeke bêîtihatiya sivîl lidar xistin.   AARAU    Kurdistananiyên li Aurauyê dijîn li gara trenê ya navendê kom bûn û li dijî êrîşên komkujiyê yên Tirkiye çalakiyek lidarxistin.   Li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan xwe amade dikin ku biherikin qadan û êrîşên Tirkiye protesto bikin…