Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan 2018-03-10 15:58:59 STENBOL – Parêzvanê mafê mirovan di hefteya 311’an de çalakiya “Rûniştina F” li dar xistin û xwestin girtiya nexweş Gungor Dîdar Gul bê berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 311’an de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li Qada Galatasarayê pêk hat. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyankirin”, “Mafê tenduristiyê nayê astengkirin” û “Bila Gungor Dîdar Gul bê berdan” vekirin û dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” berz kirin. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Gungor Dîdar Gul ê ku hefteya bihûrî emeliyat bûbû.    'RASTÎ ÊRÎŞA DAIŞ’YAN TÊN’    Di çalakiyê de ewil endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran axivî û bibîr xist ku hefteya bihûrî li Girtîgeha Şakranê Şemseddîn Ekîncî yê 63 salî xwîn çû ser mêjiyê wî û ji ber vê yekê aliyê wî çepê felç derbas kir. Onaran destnîşan kir ku girtiyên doza siyasî dem bi dem rastî êrîşa endamên DAIŞ’ê yên girtî û leşkeran tên.    'BEŞEK RÛVIYÊN WÊ ZIRAV JÊ KIRIN’    Piştî Onaran, parêzera Gungor Dîdar Gul a li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne Gulhan Kaya jî axivî û diyar kir ku Gul di 20’ê sibatê de ji ber êşa dijwar a zik rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoyê û wiha got: “Gul li vir emeliyata roviyan dibe. Piştî vê emeliyatê rûviyên wê zirav jê dikin. Nêzî hefteyekê nehiştin parêzer û malbat biçin gel wê. Tenê carek hiştin malbata wê hevdîtin bike. Gul hefteya bihûrî şandin girtîgehê.”    Kaya anî ziman ku Gul bi hinceta “Propaganda rêxistinê” salek ceza lê hatiye birîn û got: “Heke rewşek asayîbûya dê Gul bi kontrola serbestî bihata berdan. Lê nikare ji vî mafî sûd werbigire. Em dixwazin ji bo gul di çarçoveyek hiqûqî û baş de bê dermankirin bê berdan.”    'BILA GUL BÊ BERDAN’    Piştî axaftinan parêzvana mafê mirovan Emîne Kuçukbumîn jî daxuyanî da. Kuçukbumîn bal kişand ser rewşa Gul û xwest demil dest bê berdan.