Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan 2018-03-10 15:58:10 ENQERE - Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik, bal kişand ser niqaşên liser nûjeniya ol û wiha got: “Bi salan e em qala vê yekê dikin. Em dibêjin pêdivî bi nûbûn û reformaê heye. Ev naye wateya guhertina Kur-anê. Divê şiroveya li ser wê hatiye kirin bê nûkirin.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 15-20 sal berê niqaşa “Divê ol xwe nû bike û reforma ol bê kirin” anîbû rojevê. Di rojên dawî de vê carê milê hikûmetê ev niqaş xistin rojevê. Ewil li Erdebîstanê li ser ve mijarê hin niqaş hatin kirin. Niha jî Seroke AKP'ê Tayyip Erdogan ev niqaş xistin rojevê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dema di bin tecrîdê de bû gotibû “Divê di ol de nûbûnek çê bibe. Divê Olê îslamê bê nûjenkirin. Divê di ol de reform û ronesans pêş bikeve." Lê dema Ocalan ev pêşniyar kir rayedarên AKP’ê Ocalan wekî dijminê ol pênase kirin. Piştî 15 salan niha Erdogan heman tiştî dixwaze.    PÊDIVIYA REFORMÊ FERZ E    Berê Kongreya Îslama Demokratik (KÎD) jî heman niqaş meşandibû. Têkildari niqaşên li ser reform û nûjenkirina olê îslamê Îlahiyatnas Îhsan Eliaçik bal kişand ser gotinên Erdogan. Elîaçik ji Ajansa Mezopotamya re axivî û wiha got: "Niqaşên Erdogan siyasî ne. Erdogan di vê pêvajoye de ol dike amûra siyasetê. Dixwaze li ser mijara reform u nûjeniya îslamê siyasetê bike. Ez bawer nakim ku saetekê jî li ser ol difikire. Bi riya anketan van daxuyaniyan dide. Niha anketan dide çekirin. Li ser encama anketan niqaşan dimeşine. Min 26 pirtûk nivîsandin. Hemû li ser nûjenkirina olê îslamêye. Tişta Erdogan dibêje, i salan e em tînin ziman. Nerîna Mislimanên Dij-Kapitalist nûjenkirina ol bi xwe ye. Ger ku nerînek şaristanî dixwazin bila van pirtûkan bixwînin. Erdogan li gorî siyasetê di axive. Lê li gorî nerîna min di cîhana islamê de pêdivî bi reform û ronesansê heye. Çawa ku li ewropa di Ronesansê de Încîl nehat guheritn, de di Kur-anê de jî guhertin çê nebe."   HATIN SER XETA ME   Elîaçik, anî ziman ku Ocalan jî berê heman tişt anîbû ziman û wiha bi dawî kir: "Di Kongreya Îslama Demokratîk de jî heman mijar hat rojevê. "Peymana Medîneyê bingeha vê niqaşê bû. Ez jî tev li van niqaşan bûm. Piştre min li ser Îslama Azadîparêz a Demokratik pirtûkek nivîsand. Xwesetî pêvajoya aştiyê berdewam kiribûya û xebatên KÎD'ê bûbûna sazîbûn.    DIXWAZIN ROJEVA EFRÎNÊ BIGUHERÎNIN   Li Rojhilata navîn niqaşên bi vî rengî li ser armanca guhertina Rojeva Efrînê pêş dikevin. Dixwazin rojeva Efrînê biguherîne. Sibê Erdogan li ser pêwistiyek din dikare dîsa dijberî îro biparêze. Di vê mijarê de bawerî bi gotinên wî nayê. Bawerî bi gotinên Erdogan ên li ser ol, civak, siyasî û bîrdozî nayê. Dibe ku li gorî anketek din fikrên wî bên guhertin.    MA / Kenan Kırkaya