'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’ 2018-03-10 15:28:06 STENBOL – Xebatkarên TV10 a bi KHK’ê hat girtin bi boneya televîzyon ji nû ve vebibe 75 heftene çalakî li dar dixin û gotin: “Ya hat girtin û bêdengkirin dengê elewiyan e.” Xebatkar û temaşevanên TV10 a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin ji bo ji nû ve vebibe 75 heftene li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê û nûnerên saziyên elewiyan destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin” vekirin û dirûşmeyên “Dengê elewiyan nayê bêdengkirin” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kirin.    Xebatkara TV10 Rohat Emekçî daxuyanî da û diyar kir ku TV10 dengê elewiyane û wiha axivî: “Ya ku hat girtin û bêdengkirin dengê elewiyan bû. Çunkî li her deverê welat elewiyan rengê xwe di vê televîzyonê de didît û dengên xwe dibîhîstin. Heta televîzyona me bê vekirin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji beytek Halaci Mansur, ‘Elewî hene, elewî maf in û elewî bêdeng nabin.’ Demil dest televîzyona me vekin.”