Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê 2018-03-10 14:44:25 ÎZMÎR – Li Îzmîrê ÎHD’ê çalakiya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 423’an de dewam kir û ragihand ku bêyî dermankirina Şemseddîn Ekîncî yê felç derbas kir pêk bê, dîsa birine girtîgehê.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 423’an de dewam kir. Çalakî li ber avahiya berê ya Serokwezîriyê ya li Konakê pêk hat. ÎHD’ê vê hefteyê girtiyê nexweş Şemseddîn Ekîncî kir rojeva xwe. Di çalakiya de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Alî Aydin axivî û got ku her roja diçe ji girtîgehan agahiyên xerab tên.    Aydin anî ziman ku nêzî 20 hezar girtî bê nivîn mane, neçarin li erdê rakevin û girtî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi pergala nobetê radikevin. Aydin diyar kir ku ji îlankirina OHAL’ê vir ve zext zêde bûne û daxwaznameyên girtiyan bê bersiv dimînin û nayên qebûlkirin. Aydin got ku ew daxwaz dikin dev ji jimartina li ser lingan, lêgerîna tazî û cilên yek tîp berdin. Aydin bibîr xist ku hezar 154 girtiyên nexweş li girtîgehan hene û got ku bêyî dermankirina gitiyên nexweş Şemseddîn Ekîncî yê felç derbas kir temam bğbe ew carek din birine girtîgehê. Aydin ji bo rewşa nebaş a Ekîncî banga hestiyariyê kir û xwest demil dest bê berdan.