Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be 2018-03-10 14:30:11   ERZÎNGAN – Li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê bi boneya girtî li dijî jimartina ser lingan derketin, hefteyek rastî tundiyê hatin. Malbatên girtiyan gotin “Dibe ku sibê pir dereng be” û banga hestiyariyê kirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê bi boneya girtî li dijî jimartina ser lingan derketin, hefteyek rastî tundiyê hatin û ew derb kirin. Malbatan bi girtiyan re hevdîtin kir. Malbat îro çûn hevdîtina vekirî û behsa tundiya li dijî girtiyan kirin.    Muslum Ozkan ê xizmê girtî diyar kir ku pergala jimartina leşkerî li ser girtiyan ferz kirine û her roj gardiyan êrîşî fizîkî li ser girtiyan pêk tînin. Ozkan anî ziman ku malbat bi xetereyek mezin ji girtîgehê veqetiyane û wiha got: “Hefteyeke her roj girtî rastî tundiya fizîkî tên. Di bin îşkenceyê de ne. Li Girtîgeha Erzînganê pêkanînên dervayî mirovahiyê hene. Jimartina mirovî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em wek malbatan van tiştên diqewimin qebûl nakin. Em pir bi xeter ne. Dibe ku sibê pir dereng be. Ji bo ev zext û îşkence bi dawî bibe, ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim. Em dixwazin êv pêkanînên der mirovî bi dawî bibin.”    Ozkan got ku ew ê têkildarî zextên li ser girtiyan serî li saziyên mafê mirovan bidin.