Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe 2018-03-10 13:49:01 MÊRDÎN – Komîteya Amadekar a Newroza Mêrdînê starta Newrozê da û banga beşdariya Newrozê kir.  Komîteya Amadekar a Newroza Mêrdînê têkildarî Newroza dê îsal bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” pîroz bike bi civîna çapemeniyê bernameya pîrozbahiyên li Mêrdînê aşkere kir. Civîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê pêk hat. Endamên Komîteya Amadekar, rêveberên HDP, DBP, Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.    Komîteya Amadekar aşkere kir ku dê pîrozbahiyên Newrozê di 17’ê adarê de li Qoserê, di 18’ê adarê de li navçeya navendî ya Artuklu û dê fînal jî di 21’ê adarê de li navçeya Nisêbînbê bê lidarxistin. Komîteyê got ku ew ê têkildarî pîrozbahiyan civînên gel li dar bixin.    ‘TÊKOŞÎNA GELAN DÊ WEK AGIRÊ NEWROZÊ GÛR BIBE’    Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar bal kişand ser girîngiya pîrozbahiya Newroza îsal û got: “Newroz jiyanek nû ye. Destpêkek nû ye û li dijî zilmê berxwedan e. Em hemû şêniyên bajêr bi vî rûhê vedixwînin Newrozê. Dê gel têkoşîna xwe wek gurbûna agirê newrozê geş bikin. Dê li dijî Dehaqan serkeftina Kawayên hemdem li Rojhilata Navîn bibe rizgariya gelan. Dê Rojhilata Navîn ji keleha zilmê rizgar bibe û bibe cihek ku mirov bi hev re, wekhev û azad bijîn.”    'PEYAMEK XÛRT DÊ BÊ DAYÎN’    Piştî Sîncar, endama Meclîsa HDP’ê Zubeyde Zumrut jî destnîşan kir ku ew hêvî dikin dê Newroza îsal bibe wesîla aştiyek mayînde û got: “Dê gel ji zextan re bêj bes e û peyamek mezin û xûrt bide raya giştî ya cîhanê. Em hemû gel û baweriyên Mêrdînê vedixwînin cejna Newrozê.”    Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Newroz" û çepikan bi dawî bû.