‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’ 2018-03-10 13:24:37 MÊRSÎN – Girtiyên li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Tarsusê diyar kirin ku dema wan derdixin revîrê gardiyan ji wan re wiha dibêjin: “Ya dev ji tenduristiya xwe ya jî dev ji rêgezên xwe berdin.”  Girtiyên li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Tarsusê bi riya malbatên xwe ragihandin ku ew bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Girtiyan da zanîn ku her roja diçe binpêkirina mafan li ser wan zêde dibe û got: “Em bi zextên micid ên derûnî û provokatîf re hevrû dimînin. Rayedarên girtîgehê bersiv nadin daxwaznameyên em pirsgirêkên xwe dinivîsînin. Dema hevalên me yên pirsgirêka wan tenduristiyê hene derdikevin revîrê gardiyan ji wan re dibêjin ‘Ya dev ji tenduristiya xwe ya jî dev ji rêgezên xwe berdin.’ Dema malbatên me li girtîgehê digerin li gel hevdîtina vekirî nîne jî agahiyên şaş didin wan.”    Girtiyan li dijî binpêkirina mafan banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Malbatan jî diyar kir ku ew ji rewşa girtiyan bi xetere ne.