Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene 2018-03-10 12:58:26 EFRÎN – Êrîşên TSK’ê û OSO’yê yên li dijî Efrînê di roja 50’î de dewam dike. Li gelek eniyan pevçûn didome. Tê gotin ku ji ber bombebarana ji bejahî û hewayî sivîlên jiyana xwe ji dest didin di bin kavilan de mane.  Êrîşên bejahî û hewayî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO li ser Efrînê dewam dikin. Êrîş ketin roja 50 û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî parastina xwe ya rewa dike. Li navçeyên Cindirês, Raco, Şera, Bilbilê, Şiyê, Mabeta û Şêrawa yên Efrînê pevçûnên dijwar rû didin. Heta îro nêzî hezar êrîşên hewayî pêk hatin û TSK û OSO hedef girtina sivîlan jî domîne.    ENIYA CINDNRÊSÊ    Di rojên dawî de li navçeya Cindirêsê pevçûn dijwar bûne û ev pevçûn didomin. Balafirê şer herêmê bombebaran dike. Navenda navçeyê, gundên Girê Qaziliqe, Kefer Sefrê, Kora, Celemê, Kanî Gewirkê, Kefer Zîtê, Qurbê û Çeqalê Çumê hedef tên girtin. Li van herêman wargehên sivîlan bi obusan tên rûxandin.    ENIYA ŞERA    Li enî ango navçeya Şerayê gelek welatiyên êzidî lê dimînin. Ji ser gundên sînor êzidî vekişiyan herêmên hundir. Hin gund bi bombebaranê ser û bin bûne. Bi taybetî li gundên Mariskê, Metîna, Meryemînê, Qurtqulaqê, Qera, Vêla Qadî, Kefer Romê û Mezraha pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên QSD’ê derbên giran li TSK’ê û OSO’yê didin û tê gotin ku ev hêz şikestine.    ENIYA BILBILÊ    TSK û OSO li navçeya Bilbilê jî ji bejahî û hewayî ve bombebaran dike. Di bombebaranê de sivîlan hedef digirin û hat ragihandin kuştî û birîndar hene. Li herêmê bi taybetî li derdora gundên Baxçê, Bukê, Berkaşê, Qaşa, Bîbeka, Qota û Sariya pevçûnên dijwar rû didin.    ENIYA ŞIYÊ    Navçeya Şiyê ji ber nêzî Cindirêsê ye xwedî cihek xwe stratejîk û girîng e. Êrîşên dijwar li ser vê herêmê pêk tên û êrîşkar dixwazin bi êrîşan riya di navbera Şiyê û Cindirêsê de qût bikin. Li vê dere hêzên QSD û sivîl bûne hedefa êrîşkaran. Hat zanîn ku di encama bombebaranê de cenazeyên sivîlan di bin kavilan de mane. Ji ber bombebaran dijwar komên tenduristiyê nikarin biçin herêmê û mudaxeleyî birîndaran bikin. li gundên Turmîşa û Şikefta di navbera hêzên QSD û TSK-OSO’yê de pevçûnên dijwar diqewimin.    NAVENDA EFRÎNÊ    Li dijî navenda Kantona Efrînê jî êrîşên hewayî pêk hatin. Bombebarankirina li ser gundê Qîbarê yê girêdayî navendê û derdora navendê jî dodme.    MA / Nazim Daştan