Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê 2018-03-10 12:07:12 NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeyeke ji nûnerên baweriyên Misliman, Xiristiyan, Zerdeştî, partiyên siyasî, nûnerên pêkhateyên Kakeryî, Hewramî pêk tê, bi armanca piştgiriya Gelê Efrînê ber bi Rojava ve derketin rê. Heyeta ku ji gelek nûnerên baweriyên Misliman, Xiristiyan, Zerdeştî, partiyên siyasî, nûnerên pêkhateyên Kakeryî, Hewramî pêk tê, ji bo piştgiriya Gelê Efrînê ketin rêya Rojava. Li Başûrê Kurdistanê desteka ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên Tirkiye didome.  Ji bilî çalakiyên ku her roj li navçe û bajaran pêk tên, gelek şande jî berê xwe didin Efrînê. Piştî şandeyên parlamenter û jinan, îro jî şandeyek ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê, berê xwe dan Rojava. Di şandeya ku 25 kes hene de, nûnerên baweriyên Zerdeştî, Misliman, Xiristiyan, pêkhateyên Kakeyî, Hewramî, Pêşmergeyên Dêrîn, çalakvanên siyasî, rêveberên rêxistinên siyasî yên wekî Hizbî Şuî, Zehmetkêşan, Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran û KNK cih digirin.   Şandeyê bixwere derman, çadir û pêlîstokên zarokan ku di encama kampanyaya li Başûr de hatine berhevkirin jî bixwe re birin. Şandeya ku di saetên serê sibehê de derket rê, di van kêliyan de gihîştiye Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ê aliyê Başûr. Çav li rêye ku Şande di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bibe. Hat ragihandin ku şande piştî derbasî Rojava bibe wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.   Şande wê piştre jî berê xwe bide Efrînê.