Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin 2018-03-10 12:01:12   WAN – Rojnameger Oktay Candemîr di nivîsek xwe de ji bo Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Murat Zorluoglu gotibû “Simbêlnivişt.  (Badem bıyık)” Bi hinceta “heqaret kiriye” doz li Candemîr hat vekirin.    Rojnameger Oktay Candemîr ê li Wanê xebatên rojnamegeriyê dike, di nivîsa xwe ya 22’ê kanûna 2017’an de ji bo Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Murat Zorluoglu gotibû “Berevajî simbêlnivişt.” Qeyûm li Candemîr giliyê sûc kir. Nivîsa Candemîr wek “heqaret” hat dîtin û li ser daxwaza qeyûm Serdozgeriya Komarê ya Wanê xwest Candemîr bê cezakirin. Dozgeriyê îdinameya der barê Candemîr de temam kir û Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê jî îdianame qebûl kir û doz vekir. Dê Candemîr di rojên pêşipya me de derkeve pêşberî dadger.    ‘ÊDÎ NIVÎSANDINA SIMBÊLNIVIŞT JÎ DIBE SÛC’   Candemîr destnîşan kir ku walî û qeyûmê Wanê bi berdana simbilniviştiyê xwestiye xwe beşdarî modaya AKP’ê bike û têkildarî vê yekê nivîsek îronîk nivîsandiye û bi van gotinan bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da: “Êdî behsa simbêlniviştbûnê kirin jî dibe sûc.”