Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker 2018-03-10 11:11:50 STENBOL - Tekerê maşîneyan nayê zanîn ku kengî bûye agirê Newrozê. Lê tê zanîn ku amûra lîstika zarokên xizan in. Tê zanîn ku remza agirê Newrozên kolanan û remza Newrozên qedexe ne. Bi salan zarokan di pîrozbahiya Newrozên Qedexede wekî "Amûra serhildanê" kirin Agirê Newrozê û şewitandin. Piştî bû remz û amûra agirê Newrozê, dewletê beriya pîrozbahiya Newrozê dest bi operasyona tekeran kirin. Her wiha ev çîroka tekeran di pirtûka çîrokên Trajîk û qerfî ya Evrim Alataş ya "Mayoz Bolunme" de cihê xwe girt.  Li Kurdistanê 40 salin tevî hemû astengî, qedexe û zextan Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Di 10 salên dawî de bi milyonan kurd bi mîtîngên mezin û agirê mezin Newrozê pîroz dike. Îsal Newroz bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" tê pîrozkirin. Dê li 49 navendan bi coşek mezin Newroz bê pîrozkirin. Kelecan û coşa Cejna Newroza 2018'an ji niha de dest pê kir. Bernameya îsal a Newrozê jî zelal bû. Pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tên li dar xistin. Komîsyona navendî ya Newrozê bernameya Newrozê aşkere kir û li gorî vê plansaziyê dê starta Newrozê di 17’ê adarê de dest pê bike û li 49 navendan pîrozbahî dê bên lidarxistin.  Sala par Newroz bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser kevin” pêk hatibû. Komîsyonê îsal jî dirûşmeya Newroza “Newroz berxwedane li dijî faşîzmê bihara gelan e" diyar kir. Li gorî bernameya aşkere kirin dê starta Newrozê di 17’ê adarê li navçeya Farqînê ya Amedê dest pê bike. Pîrozbahî dê heta 21’ê Adarê bidomin. Fînalên Newrozê li Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr û Geverê hat plankirin.    SEMBOLA NEWROZÊ: TEKER    Ji salên 1990'an yên pîrozbahiyên Newrozê heta niha her sal tekerê maşîneyan yek ji amûrê pîrozbahiya Newrozê ye. Her çend di salên dawî de Newroz bi mîtîngan tên pîrozkirin û di Agirê Newrozê de êzîng tên şewitandin jî, dîsa li kolan û taxan yek ji amûr û remza agirê Newrozê teker in. Ji ber vê yekê dema dîsa dibêjin Agirê Newrozê teker tê aqilan. Ji salên 1995'an heta niha di pîrozbahiyên Newrozê tekerê maşîneyan dibe amûra sotemeniya agirê Newrozê û her sal li dijî tekeran operasyon tê li darxistin. Bi taybetî piştî 1995’an berîya pîrozbahiyên Newrozê polîs û leşker dest bi operasyona tekeran dikin. Li gelek bajaran polîs ji bo rê li pêş vê yekê bigirin pereyan didin zarokan û dixwazin ji wan re tekeran kom bikin. Ji ber vê yekê Nivîskar û rojnamegera kurd Evrîm Alataş di 2003'an de di pirtûka xwe ya "Mayoz Bolunme" de cih di çîrokê zarokan ên tekeran.    ‘LI SÊRTÊ FIROTINA TEKERAN QEDEXE KIRIN, LI COLEMÊRGÊ JIMARTIN Û LI ŞIRNEXÊ LASTÎK JI MAŞÎNEYAN VEKIRIN   Alataş a di 12'ê Nîsana 2010’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da di pirtûka xwe de cih dabû çîrokên tekerên maşîna û di pirtûka xwe de diyar dike ku di sala 1996'an de beriya Newrozê li bajarên kurdan tedbîrên mezin tên girtin. Alataş, di pirtûkê de diyar dike ku li navçeya Dihê ya Sêrtê polîs bi ser hemû mal û kargeriyan de girtin û hemû lastîkên maşîneyan tespît dikin. Polîs çûn kijan malê gotin 'Em dê piştî Newrozê dîsa bên kontrol bikin' û gef xwarin. Li Colemêrgê jî bi heman rêbazê lastîk jimartin. Li Şirnexe jî lastîk ji maşîneyan vekirin û kom kirin.    KOMÎTEYA ZAROKAN A TEKERAN   Alataş, di pirtûka xwe de diyar dike ku di Newroza 1999'an de ji bo Newroza Amedê komîteya zarokan a tekeran hat avakirin û ji bo agirê Newrozê lastîk hatin komkirin. Alataş, di gelek çîrokên din de jî cih didin serpêhatiyên tekeran û astengiyên li pêş Newrozê.      MA / Yasin Kobulan