‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin' 2018-03-10 10:23:43 AMED – Tevî hemû astengiyan bi hezaran jin di 8'ê Adarê de daketin qadan û slavên xwe ji berxwedana Efrînê re şandin. Endama Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel,” diyar kir ku jin dê bi coş û morala ku ji 8'ê Adarê girtin tev li Newrozê bibin û wiha got: "Newroz di heman demê de li dijî faşîzmê isyan e. Pîrozbahiya hatina biharê ye. Li ser Efrînê êriş hene. Li dijî jinan êrîş heye. Divê her kes bi vî ruhî dakevin qadên Newrozê."  Bi 10 hezaran jin tevî şert û mercên OHAL'ê li gelek navendan bi dirûşm, pankart û dowîzan derketin qadan û 8'ê Adarê bi mîtîng, meş û çalakiyên rengîn pîroz kirin. Platforma Jinan a 8'ê Adarê li gelek qadan mîtîng pêk anîn. Jinan bi dirûşmeya “Li dijî Şer, OHAL û zayendîparêziyê ji bo ked, nasname û azadiyê em li ber xwe didin" mîting pêk anîn. Di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya “jiyana me, îsyana me, têkoşîna me feminizm” 16'emîn meşa Şevê ya Feministê li dar xistin. Jinan di çalakiyan de herî zêde li dijî şer daxwazên aştiyê, li dijî pergala OHAL'ê daxwazên demokrasî û azadiyê, li dijî qedexe û kuştina jinan edalet, heq û hiqûq xwestin. Di serî de li bajarê kurdan li gelek bajaran jin daketin qadan û mafê jiyana azad xwestin.  Li Amedê jî Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê, tevî hemû astengiyan bi hezaran jin di 8'ê Adarê de li Qada 5 Hezîran (îstasyon) kom bûn û slavên xwe ji Efrînê re şandin. Endama Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel,” diyar kir jin dê bi coş û morala ku ji 8'ê Adarê girtin tev li Newrozê bibin. Guzel, anî ziman ku tevî qedexe û astengiyan jin dîsa di 8'ê Adarê de derketin qadan û mafê xwe xwestin. Guzel, anî ziman ku jin di 8'ê Adarê de li qadan bûn dê di Newrozê de jî bi heman coşê li qadan bin û coşa 8'ê Adarê derbasî Newrozê bikin.    ‘JIN DIKARIN ZEXTAN BIŞKÎNIN   Guzel, destnîşan kir ku jinan çend hefte berê amadekariya pîrozbahiya 8'ê Adarê kirin û wiha got: "Me hewl da bi çalakiyên cur be cûr 8'ê Adarê rangîn bikin. Dema me xebat û çalakiyên 8'ê Adarê kirin em rastî gelek astengiyan hatin. Adar mizgîniya biharê ye. Me bi coş û têkoşîna jinê hatina biharê pîroz kir. Rewşa Tirkiye ya kaos û tundiyê, zextên li ser civakê ancak bi têkoşîna jinê bê şikanin. Ji ber vê yekê îktîdar herî zêde tundiyê li ser jinê dimeşîne. Lê tevî hemû astengiyan jin li Tirkiye û Kurdistanê daketin qadan. 8'ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Jinan astengî nas nekirin û bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.    ‘DÎMENÊN RENGÎN DERKETIN HOLÊ'    Guzel, destnîşan kir ku di pîrozbahiyan de ji bo jinan dîmenên rengîn derketin holê û wiha berdewam kir. "Bi taybetî li Cizîr û Şirnexê pîrozbahî gelek bi wate bûn. Zext û tundî herî zêde li vir hebûn. Bajarên ku kolan qedexe bûn. Jinan li Kolanên Nisêbînê gul belav kirin. Polîsan xwest asteng bikin. Jinan bêyî astengiyan nas bikin li hemû kolanên Nisêbînê gul belav kirin. Li hemû kolanên Nisêbînê gul belav kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Li Sêrtê jî şahiyek mezin hat lidarxistin. Jin, tevî hemû astengiyan bi coşek mezin derketin kolanan. Li Amedê bi coşek mezin tev li mîtîngê bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Dîmenên pir bi coş û rengîn derketin holê. Bi hunermend û komên folklorê jinan coş û rengê xwe nîşan dan. Jin bi coş, reng, ziman û nasnameyên xwe daketin qadan û qad xemilandin. Vê coşa jinan nîşan da ku dê zext û tundiya li ser Tirkiye tê meşandin, bi têkoşîna jinê bê şikandin."    ‘BERXWEDANA EFRÎNÊ MOHRA XWE LI 8'Ê ADARÊ DA   Guzel, da zanîn ku wan di çalakiyan de berxwedana Efrînê slav kirin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û wiha got: “Bi taybetî di mîtînga Amedê de peyamên der barê Efrînê de derketin holê. Li Rojava ku hemû cîhan wê ji nêzîk ve dişopîne jin bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe didin. Berxedana Efrînê û Rojava hat silavkirin. Berxwedana Efrînê û Rojava bû sembola 8'ê Adarê. Jinên Rojava ji bo 8'ê Adarê bûn mînak. Êrîşên li ser Rojava bi tundî hat şermezarkirin."   ‘JIN DÊ BI MORAL Û COŞA 8'Ê ADARÊ DE NEWROZÊ PÎROZ BIKIN'   Guzel, anî ziman ku starta Newrozê dest pê kir jin dê bi coş, kelecan û moralê ku ji 8'ê Adarê girtin tev li Newrozê bibin û coş û kelecana 8'ê Adarê bibin qadên Newrozê û wiha got: "Ji bo her kes helwesta xwe ya li dijî faşîzmê nîşan bidin Newroz firsendek e. Newroz di heman demê de li dijî faşîzmê isyan e. Pîrozbahiya hatina biharê ye. Nûkirina xwezayê ye. Li ser Efrînê êriş hene. Li dijî jinan êrîş heye. Li dijî demokrasi û azadiya gelan êrîş heye. Di Newrozê de dê li dijî hemû van zextan biqîrin. Potansiyelek pir mezin a bi coş ya gelê kurd heye. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku dakevin qadên Newrozê û bi coşa herî mezin Newrozê piroz bikin.