‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’ 2018-03-10 10:03:26 ÊLIH – Nivîskar Weysel Tirpan bal kişand pişaftina ser zimanê kurdî û got: “Qaşo zimanê kurdî didin jiyankirin. Lê di esasê xwe de dixwazin zimanê kurdî ji binî tune bikin û bifetisînin.”  Li ser zimanê kurdî pişaftin û zextên sîstematîk dewam dikin, her roja diçe ev pêkûtî zêde dibin. Nivîskar Weysel Tirpan behsa pişaftin û zextên li ser zimanê kurdî kir. Tirpan got ku bi rê û rêbazên nû pişaftinê diceribînin. Tirpan diyar kir ku pêwîste nivîskarên kurd li dijî zext û pişaftinê dev ji zimanê kurdî bernedin û got: “Lazim e ji bo dewlemendkirina ziman hewldan û tevgerbûna hevpar hebe. Wa em dibînin pişaftin heta mala jî çûye.”    ‘DI BIN NAVÊ NASKIRINÊ DE, KURDÎ DIFETISÎNIN’    Tirpan bibîr xist ku ji dîrokê ve li ser zimanê kurdî zext hene û wiha got: “Di roja me îro de zextên li ser zimanê me derketiye astek xetere. Bandorên neyîniyên li ser zimanê kurdî didomin. Zextên kevn îro xwe dubare kirine û bêtir bûye. Ya herî talûke jî ew e ku li aliyekî zimanê kurdî nas dikin, li aliyê din jî di esasê xwe de dixwazin zimanê kurdî ji binî bifetisînin û tune bikin. Li her qadê jiyanê pêşiya zimanê kurdî digirin û nahêlin nefes bistîne. Astengî û qedexeya li qadên fermî ya li ser zimanê kurdî mînaka sereke ye. Bi tayînkirina qeyûman gelek nav hatin guhertin. Ya herî girîng jî ew e ku bi KHK’yan sazî û dezgehên xebatên zimanê kurdî didan meşandin hatin girtin. Ev mînak ên herî şênber in.”    ‘PIŞAFTIN HETA MALAN ÇÛYE’    Tirpan destnîşan kir kul i dijî zext û pişaftina li ser zimanê kurdî hewldan kêm dimînin û wiha domand: “Elbete nivîskar û rewşenbîrên li dijî vê têkoşîn didin hene. Ev hewldan û têkoşîn hem pîroz e hem jî girîng e. Ev têrê dike, elbet ji bîr dîrokiya zimanê kurdî têrê nake. Li gel van zextan jî parastina zimanê kurdî heye, lê têr nake. Heke em bixwazin zimanê xwe bidin jiyankirin, divê beriya her tiştî em li malê xwe zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Ev beriya her tiştî tê. Îro pişaftin heta malên me hatine. Lazim e her kes beriya her tiştî ji bo zarokên wan li malê zimanê xwe ji bîr nekin, li pêşiya otoasîmîlasyonê bibin asteng.”    ‘DIVÊ DERFET BIBIN YEK Û BI HEV RE TEVGER BIKIN’    Tirpan anî ziman ku divê zimanê kurdî ji her nifşê re bê ragihandin û wiha pêde çû: “Pêdiviya me bi hemû cûre pirtûkên kurdî heye û ya herî girîng jî pêdiviya me bi pêvekên pirtûkan heye. Di destê me de tenê rojnameyek me kurdî weşanê dike heye. Divê beriya her tiştî nivîskar û helbestvanê kurdî xwedî liv ê rojnameyê derbikevin. Kovarên kurdî jî gelek kêm in. Li gel hemû zext û girtinan jî divê kovarên kurdî bên weşandin. Derfetên di destê nivîskaran de kêm in. Ji ber vê yekê jî divê nivîskar hemû derfetên di destê xwe de bikin yek û bi hev re tevger bikin.”    Tirpan bal kişand ser komên xwendinê û got ku hema bêje li gelek bajaran komên xwendinê hene û ev xebat gelek hêjane.    WEYSEL TIRPAN KÎ YE?   Tirpan di nîsana 1972’an de li Êlihê hat dinê û li heman bajarî dijî. Helbest û çîrokên wî di gelek kovaran de hatin weşandin. Heta niha Tirpan pirtûka helbestan a bi navê “Şevşevok Ber Bi Rojê Ve Difirin (Yarasalar Guneşe Uçar)” û pirtûka çîrokan a bi navê “Lîlav” nivîsandiye û çap bûne. Nivîskar çîrok nivîsandinê didomîne.    MA / Metîn Yoksu