Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir 2018-03-10 09:12:33 ENQERE - Serdozgerê Komarê yê Mûşê îdîanameya der barê nûçegîhana ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin de îdîaname amade kir. Serdozger nûçeyên ku Taşkin amade kirin, axaftinên telefonan yên bi çavkaniyên nûçeyan re û parvekirinên li ser medya civakî sûc dît. Yekemîn danişina doza Taşkin dê di 30'ê Nîsanê de bê dîtin.  Nûçegihana ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin di 20’ê Kanûna 2017’an de li Mûşê hatibû binçavkirin û di 23’yê Kanûnê de jî bi şertê kontrola adlî hatibû berdan. Piştî berdana Taşkin dozgeriya Mûşê îtîrazî berdana wê kir û xwest bê girtin. Taşkin 22'ê Çile de dîsa li Enqereyê di avêtina ser malê de hat binçavkirin. Taşkin bi riya SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Bedlîsê. Piştî îfadedayînê, dadger der barê rojnameger Taşkin de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” biryara girtinê da û hatibû girtin. Serdozgerê Komarê yê Mûşê der barê Taşkin a niha li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sincanê girtî ye îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi îdîaya “propagandaya rêxistinê" û “Endamtiya rêxistinê" doz vekir. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê doz qebûl kir û danişîna dozê dê di 30'ê nîsanê de bê dîtin.    Dozger der barê Taşkin de 47 rûpel îdîaname amade kir. 14 rûpelên îdîanameyê ji agahiyên avakirina "PKK/KCK” ê pêk tê. Dozger Mustafa Demirbaş, hemû îdîa spart şahidê nediyar ku îxbar kiriye û îdîa kir ku Taşkin endama rêxistinê ye. Balkêş e şahidê nepen ku îxbar kir navê Seda Taşkin ku tenê di nasnameyê de heye û hemû der û dor wê wekî Seda bi nav dikin wekî "Seher" pênase dike. Dozger nûçeyên ku Seda amade kirine, axaftinên wê yên telefonê ku bi çavkaniyên nûçeyan re axivîye û parvekirinên wê yên li ser medya civakî wekî sûc pênase kir.      DOZGER DÎHA Û DÎHABER WEKÎ WEŞANÊN RÊXISTINÊ PÊNASE KIR   Serdozger Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û dîhaber ku Taşkin ji bo wan jî nûçegîhanî kiribû û piştre bi KHK'e hatibûn girtin jî wekî weşanên rêxistina dijzagonî pênase kir. Lê balkêş e DÎHA û dîhaber li gorî zagon û reziknameya Qanûna Bingehîn hatibûn avakirin.    Taşkin ku girtî tê darizandin dê di 30'ê Nîsanê de derkeve pêşberî dadgehê.      MA / Berivan Altan