Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike 2018-03-10 09:11:31 STENBOL - Prof. Dr. Gencay Gursoy, bal kişand ser talûkeya tifaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartina 2019'an û xwest muxalefet hêza xwe bike yek û siyaseta kolanan çalak bike. Gursoy, anî ziman ku ger muxalefet hêza xwe neke yek dê Tirkiye heta 200 salên pêş demokrasiyê winda bike.  Prof. Dr. Gencay Gursoy, der barê tifaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartina 2019'an û talûkeyê bi xwe re bîne rawestiya û xwest muxalefet hemû hêza xwe ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê komî ser bev bike û siyaseta kolanan çalak bike. Gursoy, anî ziman ku AKP û MHP ditirse ku pêvajoya 7'ê Hezîranê dubare bijî û ji niha de bi riya sagonan hewl dide pêşeroja xwe û hilbijartinê li gorî berjewendiyên xwe mîsoger bike. Gursoy, anî ziman ku AKP-MHP dixwaze tifaqa hilbijartinê bike zagon û peşeroja xwe ya îktîdarê mîsoger bike û wiha got: "Serokê AKP'ê Erdogan destê xwe lez digire û planên serkeftî amade dike. MHP'ê di pêvajoya 17-25'ê Kanûnê de çêrê herî giran jêre kir. Lê îro Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên îktîdarê biparêze bi MHP'ê re tiqafê ava kir û niha bi bevre tifaqa hilbijartinê ava dikin. Ger ku berjewendî dikeve nav her tiştî dikin. Îro ev tifaq ne tenê di navbera MHP û AKP'ê de ye. Di heman demê de Dogu Perinçek ê sînorê bîrdoziya 'Tifaqa Turaniyan' xêz kiribû jî di navde ye.    'DIVÊ MUXALEFET SIYASETA KOLANAN ÇALAK BIKE'   Gursoy, anî ziman ku tifaqa hilbijartinê ya AKP-MHP'ê kemînek li pêş hilbijartina demokratîk e û wiha got: "Erdogan hêj dengê xwe ji sedî 51 derbas nekiriye. Tevî hemû hewldanên xwe ev bend derbas nekiriye. Ji bo dizane vê bendê derbas nake zagona tifaqa hilbijartinê ava dike. Li gorî xwe pîvan û sînoran ava dike. Ger ku bi vê pergalê û di nava şertên OHAL'ê de hilbijartin pêk bê dê ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek talûke be. Dê pirsgirêkên mezin bi xwe re ava bike. Rebaza boykotê jî mirov dikare bifikire. Lê di şertên îro de tu encamê nagire. Ji ber vê yekê divê mirov wekî stratejî negire dest. Helwesta muxalefetê ya ku vê rewşê dûr temaşe dike fikaran zêde dike. Di serî de CHP  dive hemû hêzên muxalif hêza xwe bike yek û têkeve nava tevgerê. Divê êdî hêzên muxalif bibin yek û siyaseta kolanan çalak û bi hêz bikin.    DIVÊ CHP Û HDP BÊN CEM HEV   Gursoy, xwest li dijî pergala rejima yek mirov hêzên muxalif ên demokratîk bibin yek û wiha berdewam kir: "Di tifaqa muxalîf de ku HDP tune be dê çareseriyê pêş nexe. Divê CHP bi HDP'ê re di tifaqa hilbijartinê de bibe yek. Ger ku CHP û HDP neyên cem hev dê şaşiyek mezin bikin. CHP ji sala 2015'an heta niha şaşiyan li ser hev dike. Divê êdî dest ji van şaşiyên xwe berde û hêzen xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê bikin yek."    Gursoy, anî ziman ku demekê CHP di îtîfaqa bi HDP'ê de di nava fikara de bû, lê êdî di vê pêvajoyek wisa de hewce bi fikaran tune û ew fikar ji holê rabûne û wiha bi dawi kir: "Ji bo pêşeroja Tirkiye tifaqa muxalefetê û yekîtiya demokratîk girîng e. Dema mirov li paşeroja CHP'ê dinere heta niha vînek çareseriya demokratîk û azadîparêz ya pirsgirêka kurd nîşan nedaye. Lê Tirkiye hatiye halek wisa divê her kes pirsgirêkên xwe rawestînin û di milê demokratîkbûnê de bibin yek. Ger ku demokrasî pêş nekeve pirsgirêka kurd jî pêş nakeve. Ger ku tifaqa AKP û MHP'ê bi ser bikeve Tirkiye heta 200 salên pêş dê ruyê demokrasiyê nebine. Ji ber ve yekê divê li dijî iktîdar û rejîma yek mirovî hêzên muxalif siyaseta qadan çalak û xurt bike.    MA / Bilal Seçkin