Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin 2018-03-10 09:08:33 ENQERE - Li Enqere polîs li malbatên 15 xwendekarên zanîngehê geriya û ji malbatên xwendekaran re sîxurî kirin û malbat û xwendekar anîn hemberî hev. Polîsan gef li malbatan xwar û xwest li zarokên xwe baldar bin. Endama Pîrebokên Kampusê Meriç Atalar, bertek nîşanî sixuriya polisan da û got: "Ji hêza me ditirsin. Ji ber vê yekê me û malbatan li hev sor dikin. Em kolanan terk nakin."  Di demên dawî de polîs serî li rêbazên cuda didin. Ji bo çalakî û xebatên xwendekarên zanîngehê bi sînor bikin ji malbatan re sîxuriyê dikin û dixwazin malbat û xwendekaran bînin hemberî hev. Di demên dawî de polis li malbatên 15 xwendekarên jin geriyan û sîxurî ji malbatan re kirin. Polîsên li malbatên xwendekaran geriyan, xwestin ku li zarokên xwe baldar bin.    'DU SALIN SÎXURIYÊ JI DIYA MIN RE DIKIN'    Yek ji kesên bû mexdûra sîxuriya polîsan xwendekara Fakulteya Hunerên Xweşik ya Zanîngeha Bilkentê Meriç Atalar e. Atalar ku 2 salin zanîngeh xelas kiriye, di nava xebatên Pîrebokên Kampusê de cih digire. Atalar, diyar kir ku polîs 2 salin li dayika wê digere û hemû agahiyê wê dide dayika wê û ji dayika wê re sixûriya wê dike.    Atalar, anî ziman ku polîs bi taybetî li malbatên xwendekaran digerin û der barê xwendekaran de agahiyê didin malbatan û sixûriya malbatan dikin. Atalar, anî ziman ku malbatan tacîz dikin û dixin nava tirs û fikaran û wiha got: "Ev ne karê polîsan e. Dixwazin xebatên me wekî xebatên terorê nişan bidin. Polîs li dayika min digere û dibêje 'Agahiya te ji keça te heye? Agahiya te ji Pîrebokên Kampusê heye? Dîsa rêxistinên ku 30 - 40 sal berê xwe fesih kirine bi malbatê re parve dike û dixwazin wekî xebatên terorê bidin xuyakirin.    Atalar, bang li malbatan kir û xwest li hemberî vê yekê hestiyar û hişyar tev bigerin û guh nedin van agahdarkirinan. Atalar, anî ziman ku polîsên li malbatan digerin li dijî hiqûqê tev digerin û xwest malbat li mafên xwe yên hiqûqî bigerin û gilî bikin.    EM DÊ BÊTIR LI KOLANAN BIN   Atalar, anî ziman ku ev hişmendiya mêrê serdest e û ew dê li dijî vê hişmendiyê bêtir dakevin kolanan û dê kolanan terk nekin.  Dayika Atalar Muge Duru jî anî ziman ku polîs 2 carin li wê digerin û wê bêzar dikin. Duru, anî ziman ku xebatên Pîrebokên Kampusê wekî 'Rêxistina Partiya Komînîst a Tirkiye' penase dikin û wekî xebatek terorê didin xuyakirin. Duru, bang li hemû malbatan kir û xwest li hemberî van pêkanînan bibin yek û mafê xwe biparêzin.    MA / Berivan Altan – Diren Yurtsever