Nûnerên Rêxistinên Cizirê: Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin 2018-03-09 19:09:34   EFRÎN – Rêxistinên herêma Cizîrê diyar kirin ku wê Berxwedana Serdemê misoger bi ser bikeve û gotin, "Bi berxwedana Kobanê me Rêveberiya Xweser ragihand, bi Berxwedana Serdemê jî em ê Federaliya Bakurê Sûriyê jî ragihînin."   Meclîsa Dadê, Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê, Weqsa Jina Azad, Akademiyên Civaka Demokratîk, Rêxistina Sara yên ku gihîştin Efrînê, daxuyaniyeke hevbeş dan. Nûnerên saziyan di daxuyaniya hevpar de wiha gotin: "Berxwedana Serdemê ya li hember toraniya dewleta Tirk bi hemû hêza xwe didome. Êrîşa dagirkeriyê yên dewleta Tirk ewlehiya herêmê, biratiya gelan, jiyana hevbeş û projeya demokrasiyê hedef digire.   Piştî serkeftinên mezin ên li dijî DAIŞ'ê, dest bi amadekariyên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê hat kirin. Ev yek ne bi dilê dewleta Tirk bû, ji ber yekê berê top û balafirên xwe da gelê Efrînê û gel di komkujiyan re derbas kir. Armanca ji vê yekê têkbirina projeya Federal e. Ji bo pêkanîna vê armancê, dewleta Tirk hemû exlaq û zagonên navneteweyî binpê kirin.   Li hember êrîşên dewleta Tirk, civaka navneteweyî bêdeng e û bi vê yekê êrîşa li ser herêmê erê kir. Konseya Ewlekariyê û NY  li ku derê ne gelo?.   Dê hevgirtina gel û qehremaniya şervanên azadiyê li hember êrîşên dagirkeriyê bi ser bikevin.   Em êrîşa dûrî exlaq û mirovahiyê, her wiha bêdengiya navneteweyî şermezar dikin. Banga me ji hêzên demokratîk û cîhanî re heye ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û van êrîşan rawestînin. Çawa bi berxwedana Kobanê Rêveberiya Xweser hat ragihandin, dê bi Berxwedana Serdemê jî projeya Federaliya Demokratîk were ragihandin."