Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir 2018-03-09 16:38:57 ÎZMÎR – Li navçeyên Alîaga, Seferîhîsar, Konak, Menemen û Selçûkê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.  Li navçeyên Alîaga, Seferîhîsar, Konak, Menemen û Selçûkê yên Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan 8 kes hatin binçavkirin. Ên hatin binçavkirin birin Fermandariya Leşkeriyê û Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Hat zanîn ku Nîmet Aksoy, Alî Ozturk, Mevlut Aslan, Selahattîn Işik û Azîz Baltar hatine binçavkirin û navê 3 kesên din nehat hînbûn.    Hat zanîn ku Işik dema ji bo lêpirsînek der barê wî de hatiye vekirin çûye Edliya Îzmîrê hatiye binçavkirin û 7 kesên din jî bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.    Li aliyê din di rojên derbasbûy de 3 kesên hatin binçavkirin jî li midûriyeta polîsan karên îfadeyên wan dewam dikin.