Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî 2018-03-09 15:25:09 EDENE – Dadgehê li du rojnamegerên li Edeneyê Kovara Ozgur Toplum belav kirin li her yekî/ê 3 sal û mehek û 15 roj ceza birî.  Xebatkarên Kovara Ozgur Toplum û Ozgurlukçu Demokrasî Murat Karakaş û Leyla Yildiz ji ber kovar û rojname belav kirin doz li wan hatin vekirin û niha serbest tên darizandin. Danişîna doza Karakaş û Yildiz li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Rojnameger beşdarî danişînê nebûn û parêzerê wan Tugay Bek amade bû. Dozger mutala xwe aşkere kir û xwest rojnameger ji cezayê “Alîkariya rêxistinê” bên cezakirin.    Li dijî biryara mutalaya dozger, prz. Bek diyar kir ku sûcê dozger avêt ser miwekîlên wî ne hêmana sûc e û miwekîlên wî bi bi vîna sûc tevger nekirin. Bek anî ziman ku dema miwekîlên wî kovarê belav dikirin biryara berhevkirina wê tunebû û berata miwekîlên xwe xwest.    Heyeta dadgehê daxwaza Bek red kir. Dadgehê bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kirine” li her yekê 5 sal ceza birî. Heyeta dadgehê bi hincetên cuda cezakirinê kêm kir û li her rojnamegerekê 3 sal, mehek û 15 roj ceza birî.