Li Wanê starta Newrozê hat dayîn 2018-03-09 12:46:46 WAN – Komîteya Amedar a Newroza Wanê diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adarê de li Wanê bê pîrozkirin a tevahiya herêma Serhedê ye û banga beşdariya girseyî ya Newrozê kir.    Komîteya Amedar a Newroza Wanê têkildarî Newroza îsal a dê bi dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên HDP, DBP, TJA beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser navê Komîteya Amadekar Parêzer Bayram Kaval daxuyanî da.    Kaval anî ziman ku dê Newroza Wanê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê komîte ava kirine û komîte ji DBP, HDP, KCD, TJA û OHP di nav de ji 7 saziyan pêk tê.    ‘EM GELÊN SERHEDÊ VEDIXWÎNIN WANÊ’    Kaval da zanîn ku wan du roj berê ji bo Newrozê serî li walîtiyê daye û ji ber ewraqên wan kêm bûne qebûl nebûye û got: “Em ê îro bêkêmasî serlêdanê bikin. Newroza di 21’ê Adarê de wê li Wanê bê pîrozkirin, mirov dikare wek Newroza hemû herêma Serhedê pênase bike. Li herêma Serhedê dê roja 21’ê Newrozê tenê li Wanê pîrozbahî pêk bê. Em bang li hemû gelên Serhedê dikin ku beşdarî Newrozê bibin.”    ‘BEŞDARÎ GIRÎNG E’    Kaval destnîşan kir ku ew di serdemek girîng ku gelek siyasetmedarên wan girtî ne û qeyûm tayînî şaredariyên wan kirine pîrozbahiya Newrozê pêk tînin û wiha got: “Ji ber van sedeman jî beşdariya Newrozê gelek girîng e. Ji bo Newroz bi coş derbas bibe, girîngiyek gelek micid dixwaze. Bo vê yekê beşdariya Wan û navçeyên xwe û tevahiya bajarên Serhedê ji bo me girîng e.”    SIYASETMEDAR Û HUNERMENDÊN TEV LI DIBIN ZELAL BÛN    Kaval diyar kir ku dê parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îbrahîm Ayhan, Garo Paylan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Adem Geverî, parlamenterên din ên herêmê û hevşaredarên bajarên herêmê beşdar bibin û li gel siyasetmedaran dê Koma Munzur, Koma Çiya û Koroya Arjîn jî hunera xwe beşdarî Newrozê bibin.    DÊ LI QÛNTARA KELEHA WANÊ BÊ PÎROZKIRIN    Kaval anî ziman ku dê pîrozbahiya Newrozê roja 21’ê Adarê saet ji 10.00’an heta saet 17.00’an bidome û dê Newroz li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê pîrozkirin.