Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin 2018-03-09 11:55:15 WAN – Derket holê ku li navçeya Payizava gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê dibistanê Hayrettin K. hatiye. Prz. Mujde Tozbey, diyar kir ku mamoste Hayrettin K. girtî ye û guman heye bê berdan.  Derket hole ku li navçeya Payizava zarokên Dibistana Seretayî ya Herêmê ya Leylî (YÎBO) di sala 2016'an de gelek zarokên 10-15 salî rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê Zimanê Tirkî hatine. Bûyera îstîsmarê Rojnameger Ayşe Arman, di qunciknivîsa xwe ya Rojnameya Hurriyetê de cih da.   Arman bi parêzerê zarokan Mujde Tozbey re hevdîtin kir û diyar kir ku Mamoste Hayrettin K. yê îstîsmarî zarokan kiriye 9 mehin girtî ye û gumana ku bê berdan heye.