Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye 2018-03-09 10:53:30 EFRÎN – Bi hezaran jinên kurd û Rojhilata Navîn ên li Efrînê kom bûn wiha gotin: “Namûs ne jin e, ax e. Em ê li dijî êrîşan heta dawiya li ber xwe bidin.” Bajarê Efrînê 49 roj in di bin êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO’yê de ye. Êrîş û bombebarankirina dijwar pêk tê. Heta îro bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan sivîl birîndar bûn.    Li gel vê yekê efrîniyan dest ji bajarê xwe bernadin. Sê roj berê bi hezaran jinên ji bajarên Bakurê Sûriyê, Şengal, Herêma Federal a Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Rojhilata Navîn hatin bajêr û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê beşdarî meşa girseyî bûn. Jinan di meşê de van peyaman dan: “Em li vir in û naterikînin. Efrîn ne bi tenê ye.”    Jinên hatin bajêr bi remzeyên xwe civakî û sazîbûn li Qada Newrozê li hev kom bûn û pankarta “Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê” vekirin û meşek dîrokî li dar xistin. Meşê 5 kîlo mîtro dewam kir û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Şoreşa jin şoreşa bihara gelan e” berz kirin. Her wiha jinan pankartên jinên di têkoşîna azadî û demorkasiyê de jiyana xwe ji dest dane jî hildan.    Me ji jinên beşdarî meşe bûn hest û nêrînên wan ên der barê Efrînê de pirsî.    'ÇAWA ERDOGAN LI KOBANÊ TÊK ÇÛ DÊ LI EFRÎNÊ JÎ TÊK BIÇE’    Fatma Mihemed Elî ya ji Kobanê diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd yek e û got: “Gelo dewletên navnetewî hovîtiya li ser kurdan nabînin? Êdî bes e. Çawa Erdogan li Kobanê têk çû, dê li Efrînê jî têk biçe.”    Şahan Ehmed a 67 salî û Wesîle Emerî jî ji Tirbêspîyê beşdarî meşê bûn. Keçek Emerî di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye. Zarokek Şahan Ehmed jî di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û zarokek wê jî di heman berxwedana li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû. Hêj 3 keç û lawên wê din av refên YPJ û YPG’ê de ne.    ‘NAMÛS NE JIN E, AX E’     Şahan anî ziman ku pêwîste kurd, ereb, êzidî, xirîstiyan û hemû kes li dijî vê zilmê rabin ser piya û wiha got: “Namûs ne jin e, ax e. Namûs Efrîn e, Kobanê ye û Şengal e. Ez bi vê halê xwe ji şer re amade me.”    ‘DEWLETA TIRK WINDA KIRIYE’    Şîrîn Adivan a ji bajarê Dêrikê jî Efrînê berxwedana 49 rojan a Efrînê bibîr xist û got: “Dewleta faşîst a tirk êrîşî Efrînê dike. Em jî li dijî vê yekê hatin desteka gelê xwe. Hatina me ya vir jî nîşaneya têkçûna dewleta tirk e. Vê dewleta DAIŞ’ê destek kir qirkirina jinan pêk anî. Em li dijî qirkirinê li vir in.”   DI ŞÛNA HEVJÎNA XWE DE TEV LI MEŞÊ BÛ    Zilamê bi navê Tebkî Mihemed ê 74 salî jî di meşê de cih girt û got: “Em ji ber zilma dewleta tirk ji Raco htain Efrînê. Hevjîna min nexweş bû nikaribû bihata meşe, ez di şûna wê de hatim.”    ‘EM JI BO AZADIYA KURDISTANÊ HATIN’    Şengalî jî ji roja ewil ve bûne piştevanên gelê Efrînê û jinên Şengalê jî di meşê de cihê xwe girtin. Berfê Elyas diyar kir ku du kurê wê di nav YBŞ’ê û 4 keçên wê jî di nav refên YJŞ’ê de ne û wiha got: “Ji bo em li dijî dagirkeriya Kurdistanê derbikevin hatine. Em ji bo azadiya Serok Apo hatin. Em ê ji bo rizgariya Efrîn û Kurdistanê ji kolanan venqetin. Em ê her dem li ser piya bin û li ber xwe bidin. Em ji tang û topên wan natirsin. Tiştek wek azadiyê xweş heye? Em ji bo mafê mirovan li vir in. Em maf, edalet û azadiyê dixwazin. Em dixwazin Efrîn azad bibe.    MA / Selamî Aslan