Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir 2018-03-09 10:09:28 ENQERE – Sererastkirina qanûnî ya tifaqa AKP-MHPê di Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê de qebûl bû. Pêşniyara HDP’ê ya bila benda ji sedî 10 bê daxistin û hevserokatiyê jî red kir.  “Tifaqa Cumhur” a AKP-MHP’ê ku fermî bû, pêşnûmeya qanûna sererastkirinê di Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê de qebûl bû. Pêşniyaz dê hefteya pêşiya me di Lîjneya Gitşî ya Meclîsê de bê axaftin.    Pêşniyarên HDP’ê yên bila benda ji sedî 10 a hilbijartinê bê daxistin, pergala hevserokatiyê ya bila hildin mîsogeriya qanûnî jî ji aliyê wekîlên AKP’ê ve hat redkirin.    ‘REDKIRINA PÊŞNIYAZÊN ME ANTÎ DEMOKRATÎK E’    Di hevdîtina komîsyonê de Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Doral mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku divê du pêkanînên antî demokratîk û antî pirbûn ji mevzûatê bê derxistin û sererastkirinê têkildarî mijarê divê bêtir bi pîvanên demokratîk û maqûl pêk bên. Dora anî ziman ku pêwîste ecêbiya benda hilbijartinê ji holê bê rakirin û biryarên li dijî pêşniyarên wan hatine girtin û redkirina pêşniyazên wan antî demokratîk e. Dora da zanîn ku divê jin di siyasetê de rolek çalak cih bigirin û ev yek ji peywîrên sereke ya meclîsê ye.