Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket 2018-03-09 09:23:59 EDENE – Omer Yaba yê ji ber dozek edlî di 25'ê Çile de hat girtin, di 9'ê Sibatê de cenazeyê wî ji girtîgehê derket. Hat diyar kirin ku ji ber rayedarên girtîgehê dermanê wî nedane wî jiyana xwe ji dest daye. Malbata Yaba der barê rayedarên girtîgehê de serlêdana sûc kir. Omer Yaba ji ber bûyerek edlî di 25'ê Sibatê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê. Yaba yê bi nexweşiya epilepsî bû, di 7'ê Sibatê de sewqî girtîgeha Kurkçuler ya Edeneyê kirin. Yaba piştî 2 rojan li vir ma di 9'ê Sibatê de cenazeyê wî derket. Malbata Yaba diyar kirin ku ji ber rayedarên girtîgehê dermanê li gel wî bi wî re nexistine girtîgehê û îlacên xwe nexwarine jiyana xwe ji dest daye. Dayika Omer Yaba Kadriye Yaba, diyar kir ku kurê wê 5 salin bi nexweşiya epilepsî ye û her dem îlacan dixwe. Dayika Omer Kadriye Yaba, anî ziman ku kurê wê ewil birin Girtîgeha tîpa E ya Edeneyê û piştre di 7'ê Sibatê de sewqî Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê kirin û wiha got: 'Kurê min piştî birin Kurkçulerê roja din bi telefonê li me geriya û diyar kir ku dermanê wî xelas bûne. Got sibê hevdîtina min heye. Derman û cilên min bînin. Sibê em rabûn kurê min miriye. Kurê min bi sermanan li ser piyan bû. Dema îlac dixwarin saxlem bû. Kurê min ji ber hebekê jiyana xwe ji dest da. Ez ji hemû rayedaran dozdar im. Em naxwazin zarokên tu kesî li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Ez dê heta dawî li mafê kurê xwe bigerin û hesab ji rayedaran bipirsim.    Bav Bayram Yaba jî anî ziman ku sergardiyan ê bi navê Kamil berpirsiyarê mirina kurê wî ye û wiha got: "Gardiyan dermanê kurê min neda. Kurê min xwe axêv dexlê gardiyan, lê hebek jî nedaye kurê min. Kurê min ji ber heb nedan wî jiyana xwe ji dest da.    Bav  li Navenda Ragihandina Serokwezîriyê (BİMER) gilî kir û der barê berpirsiyaran de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê serlêdana sûc kir.      Der barê mijarê de jî rayedarên girtîgehê agahî nedan.    MA / Hamdullah Kesen