Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin 2018-03-09 09:23:06 ENQERE – Li gorî daneyên Karên Zanînê ya Navenda Giştî ya HDP'ê, di 3 salên dawî de binçavkirin, girtin û tundiya li ser endam û rêveberên HDP'ê derketiye asta herî jor. Ji Tîrmehae 2015'an heta 22'ê Sibata 2018'an, 11 hezar û 631 endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Der barê 55 wekîlên HDP'ê de 511 fezleke hatin amadekirin. Parlamenterên HDP'ê yên girtî heta niha 387 caran hatin darizandin.  Ji destpêka Avakirina Komarê heta niha 56 partiyên siyasî ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgehên Leşkerî ve hatin girtin. Di nava partiyên hatin girtin de jê 13 partiyên kurdan in. Lê ji 2015’an heta niha her çend partiyên kurdan nehatibin girtin jî bi qasî partiyekê endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û girtin. Piştî HDP'ê bend derbas kir û di meclisê de bû partiya sêyemin a mezin, zext û tundiya li ser endam û rêveberên wê derket asta herî jor.    DI 3 SALAN DE 11 HEZAR Û 631 ENDAM Û RÊVEBER HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî Serokê AKP'ê Erdogan got ez maseya çareseriyê nas nakim û pêvajoya çareseriyê xera kir, di 24'ê Tîrmeha 2015’an de pêvajoya şer dan destpêkirin û zextên li ser HDP'ê zêde kirin. Li gorî dane û rapora Navenda Karên Zanînê ya HDP'ê, ji Tîrmeha 2015'an heta 22'ê Sibata 2018'an 11 hezar û 631 endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Dîsa di vê pêvajoyê de 3 hezar û 382 endam û rêveber hatin girtin. Li gorî daneyên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha bilind di 22'ê Sibatê de 37 hezar û 551 endamên HDP'ê hene. Li gorî hejmara endaman ji sedî 10 hatine girtin û ji sedî 30 endamên wê hatine binçavkirin. Ji Tîrmehae 2015'an heta niha 43 Hevserokên HDP'ê yên Bajaran û 101 hevserokên HDP'ê yên navçeyan hatine girtin.    Dîsa di nava partiya hevparên HDP’ê de ji 102 Şaredariyên DBP’î de 94 Şaredarî qeyûm hatin tayînkirin. Hevserokên DBP'ê Mehmet Aslan û Sebahat Tuncel hatin girtin. 55  Hevşaredarên DBP'e hêj girtî ne. Ji 15 hevşaredarên ku hatin darizandin bi giştî 109 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Di nava 2 salên dawî de nêzî 5 hezar endam û rêveberên DBP’ê hatin girtin.    Pişti 4'ê mijdara 2016'an Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag yên berê jî di navde 482 sal ceza li wekîlên HDPê hatin birîn. Der barê tevahiya parlementeran de zêdeyî hezar sal ceza tê xwestin.    HDP ku bi 59 wekîlan ket meclîsê, der barê 55 wekîlan de 511 hezleke hatin amadekirin. Wekilên HDP'ê yên hatin girtin heta niha 387 caran hatin darizandin. Di darizandinan de parlamenteriya Figen Yuksekdag, Îbrahim Ayhan, Ahmet Yildirim, Nursel Aydogan, Besime Konca û Ferhat Encu hatin xistin. Parlamenter Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk û Leyla Zana bi hinceta nehatine meclîsê wekîltiya wan hat xistin. Piştî ceza li wekîlan hat birîn der barê 5 wekilên din yên HDP'ê de tê xwestin ku wekîltiya wan bê xistin.    Di nava 2 salên dawî de herî zêde li Dîlokê endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Di 2 salên dawî de 723 kes li Dîlokê hatin binçavkirin. Li Stenbolê 256 kes û li Amedê jî 182 HDP’î hatin binçavkirin.    Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, diyar kir ku berê partî dihatin girtin, lê niha li şûna partiyê bigirin endam û rêveberên wan digirin û wan bê tesîr dihêlin. Bîlgen, anî ziman ku bi binçavkirin û girtinê dixwazin xebatên wan ên siyasî Kriminalize bike û rê li pêş mafê wan ê zagonî yê xebatê bigire. Bîlgen, anî ziman ku ji ber HDP hêviyê dide civakê û girseyek mezin li pêş HDP'ê dimeşe, HDP'ê li pêş xwe wekî asteng û bend dibîne li dijî HDP'ê operasyonên siyasî dimeşîne.    Bilgen, anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî partiya wan sûcê zagonî ye û wiha got: "Divê partiyek siyasî wisa bi keyfî neyê asteng kirin. Ji bo rewşa demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan bê dîtin, ev tabloya li dijî partiya me her tiştî aşkere dike û fêrî mirovan dike. Tenê rewşa partiya me û zextên li ser partiya me bê dîtin dê rewşa hiqûq û demokrasiya li Tirkiye bê dîtin. Lê kesên ku dixwazin bi van zextan me ji armanca me dûr bixin dê nikaribin bi ser bikevin. Dijberî vê yekê bêtir me bi armancê ve girê didin û tekoşîna me bêtir xurt dikin.  Dîsa karaktera îktidara Tirkiye datîne holê.    MA / Hayri Demir