Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin 2018-03-09 09:21:36 AMED - Li Girtigha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê, girtiyên ku neketin nîzama leşkerî û li ser piyan jimartin nedan, rastî lêdan û cezayê dîsîplîne hatin. Li 111 girtiyan, ji bo her girtiyekî 2 mehan ziyaret li wan qedexe kirin.  Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê 111 girtî rastî lêdan û ceza hatin. Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgehê, bi hinceta di 16'ê Sibatê de girtiyan jimartina leşkerî nedane ceza birî. 114 girtiyên ku jimartina nîzamî nedan gardiyanan rastî lêpirsînê hatin. Lijneya dîsîplînê piştî lêpirsînê û îfadeya girtiyan girt, di 2'ê Adarê de biryar bi girtiyan re parve kir. Lijneyê bi hinceta 114 girtiyan di 16'ê Sibatê de di dema jimartinê de dirûşmeya “zext me têk nabin" “Bimre faşizm”,  “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" berz kirine û li deriyan dane, li dijî jimartina li ser piyan derketine hatiye tespîtkirin li 111 girtiyan ceza birîne.    Lijneyê di biryarê de diyar kir ku di encama lêpirsînê de Ercan Binay û Cemalettin Gursoy ji bo îfadeyê hatine agahdarkirin, lê bersîv nedane daxwaznameyê. Lijneya Dîsîplînê, der barê 111 girtiyan de bi hinceta li dijî pergala jimartinê derketine û di nava lijneye de tirs avakirine 2 meh ziyaret li wan qedexe kir. Lijneyê der barê 3 girtiyan de jî pêdivî bi ceza nedît. Girtî dê ceza îtiraz bikin.    TENÊ DÊ KARIBIN BI PARÊZERAN RE HEVDÎTIN BIKIN   Girtiyên rastî ceza hatin wiha ne: Yalçin Keskin, Alan Îbrahim, Adnan Çaki, Bahattin Keskin, Bedrî Çakin, Enver Toptaş, Hayrettin Adlig, Metin Benice, Îbrahim Halil Kiliç, Îlhan Bengî,  Huseyin Oktar, Ugur Ahmet Yaşar, Mahsum Yel, Şahîn Tîryakî,  Mehmet Şirin Çelîk, Muhittin Sav, Ferit Bademkiran, Necmettin Sonyaci, Halîl Îbrahim Akyol, Ahmet Tekîn, Omer Uyan, Îdris Yalçin, Abdullatif Eleftoz, Huseyin Polat, Halîl Bîlîr, Erdal Arslan, Murat Akkurt, Sudan Akinci, Yuksel Yildirim, Huseyîn Olan, Murat Munzur, Nesîh Deriner, Mustafa Yigît, Kadîr Kevser, Ahmet Kuze, Hamdullah Berî, Muhammed Alî Ariktekin, Mehmet Çamik, Mustafa Geylan, Necip Ozdil,  Mahsun Ceylan, Mahsun Ortaç, Mesut Yaşasın,  Adem Bedir, Muhtullah Rabulut, Nihat Îlîk, Yıldırım Tunç, Huseyin Solmaz,  Mehmet Sıddik Ayaz, Mustafa Zorlucan, Unal Yîgît, Mahmut Soner, Refik Kaçar, Cihan Gokalp, Erol Çetin, Ercan Binay, Cemalettin Gursoy, Burhan Renklî, Mahmut Bayram, Fendi Yigit, Azîz Çîçga, Nurullah Akyuz,  Murat Menguş, Mehmet Dursun, Yaşar Arslan, Beyar Ugurlu, Kasım Sozen, Çetin Atlan, Metin Erdem, Serkan Ozer, Alî Çetîn Dagkan, Amed Kiran, Furkan Ugur, Turan Çelîk, Metîn Tanrıverdi, Muhittin Çabuk, Mehmet Siddik Îşiyok, Abdullatîf Kandemir, Mustafa Ertukuş, Nimet Yildiz, Ergin Dogru, Ferman Altuntaş, Firat Zaman, Ferdî Kabar, Naşît Kızılkaya, Ogır Topdemîr, Serkan Eren, Gîyasettin Fîlîzay, Barış Dayan, Şukru Yılmaz, Tahsîn Çoşar, Yasîn Gunfor, Mustafa Çelik, Serdal Kocakaya, Umran Cengiz, Behzat Çakar, Rehber Akdogan, Mehmet Demir, Şirvan Demir, Menduh Kacak, Necattin Korkankorkmaz, Vedat Ozer, Omer Faruk Kılıç, Mahmut Alp, Sinan Demir, Eser Benzer, Ferdi Yılmaz, Ridvan Kahraman, Soner Oz, Yakup Akkan.