Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir 2018-03-08 20:25:53   ENQERE - Komîsyona Qanûna Bingehîn, daxwaza qanûna îtîfaqê ya AKP-MHP'ê ku ji 26 xalên hilbijartinê pêk tê, qebûl kir. Bi vê yekê çarçoveya îtîfaqa Cumhur jî diyar bû.    Komîsyona Qanûna Bingehîn daxwaza qanûna îtifaqa hilbijartinê ya AKP-MHP'ê ku ji 26 xalan pêk dihat qebûl kir. Di îtîfaqê de îmzeya Serokwezîrê AKP'ê Binalî Yildirim û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî heye. Piştî Komîsyonê ev daxwaz qebûl kir dê di 12'ê Adarê de bişînin meclisê û li meclîsê bê erêkirin.