Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin 2018-03-08 14:29:57 EFRÎN - Parêzer û rojnamegerên, di hefteya 49'an a Nobeta Edaletê ya li pêş Edliyeya Çaglayanê de kom bûn, bal kişandin ser doza xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê ku sibê li Sîlivriyê bê dîtin. Parêzer û rojnamegeran ji bo azadiya rojnamegeran nepoxên azadiyê firandin ezman.  Parêzeran çalakiya Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Çaglayanê di hefteya 49'an de berdewam kirin. Di nobeta vê hefteyê de Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), parêzerên Nobeta Edaletê, Nûnerê Rojnamegeren Sînornenas (RSF) yê Tirkiye Erol Onderoglu, malbatên rojnamegerên Cumhuriyetê û xebatkaren Rojnameya Cumhuriyetê amade bûn. Nobeta ku li ber Peykerê Themisê bi meşê dest pê kir, li ber Deriyê C  yê Edliyê bi dawî bû.  Di nobetê de Durakoglu, helwesta hikûmetê ya der barê "Daraza Serbixwe" de rexne kir û xwest cîddi tev bigerin.    Li ser navê Rojnamegerên Li Derve Elif Akgul daxuyanî xwend. Akgul, diyar kir ku ji destana Gilgamêş heta niha edalet daxxwaza mirovan e û hêj ev daxwaz pêk nehatiye. Akgul, anî ziman ku wekî nan û penêr ceza belav dikin û her kesî ceza dikin û wiha got: "Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 2018'an li Tirkiye 223 hezar girtî hene. Niha tenê 16 jinên rojnameger girtî ne. Berî ku dereng bimîne hemû rojnamegeran berdin."    NEXOPÊN AZADIYÊ FIRANDIN   Parêzer û rojnamegeran, piştî daxuyanî dan ji bo azadiya rojnamegeran nepoxên azadiyê firandin ezman.