Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe 2022-05-24 09:59:35 STENBOL – Parêzer Serhat Çakmak diyar kir ku weke xelekekê, hemû krîzên siyasî, civakî û aborî bingeha xwe ji tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digirin û wiha got: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, aloziyên Tirkiyeyê xelas nabin û pirsgirêk çareser nabin.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hate girtin, ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di 25’ê adara 2021’an de jî li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî ku ev axaftin jî di nîviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin.    Tevahiya serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê bi daxwaza hevdîtinê dikin, bêencam dimînin. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzerên Ocalan, di demên dawî de bi biryarên “Cezayên disiplînê” tên astengkirin. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak têkildarî tecrîda girankirî bi ajansa me re axivî.  ASTENGIYÊN KEYFÎ   Parêzerê Çakmak anî ziman ku tu aliyekî hiqûqî yê tecrîdê nîne û sepaneke siyasî ye. Çakmak, da zanîn ku piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin têgeheke weke tecrîdê derketiye holê û wiha got: “Ev rewş li gorî rewşa polîtîk diguhere. Tecrîd, girêdayî geşedanên di siyasetê de ne. Desthilatdarî dema hewl dide planên xwe pêk bîne rê dide serdanan. Di Qanûna Înfazkirina Cezayan de kesê ku cezayê ‘muebbeta giran’ lê hatiye birîn jî mafê wî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Lê sepanên li Îmraliyê bi keyfî tên kirin.”    ‘BIRYARÊN DISIPLÎNÊ DÛRÎ AQIL IN’   Bi domdarî Çakmak bal kişand ser biryarên “disiplînê” yên di demên dawî de û ev tişt anî ziman: “Biryarên disiplînê, biryarên dûrî aqil in. Ev biryar di mewzûatê de nînin. Hempîşeyên me ji xwe serlêdanên hiqûqî yên pêwîst dikin. Lê ya girîng ew e ku Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bersivê nadin van serlêdanan. Serlêdanên ku zêdetirî 10 sal berê hatine kirin, hêj di asta DMME’yê de ne lê biryarek nayê dayîn. Di vê mijarê de em dibînin ku hem AYM û hem jî DMME saziyên polîtîk in û li gorî pêvajoyan tevdigerin.”   DARAZ BI ROLA ‘QASID’ RADIBE   Çakmak, got ku di mijara tecrîdê de dewlet li gorî bername û polîtîkayekê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû dinya baş bi girîngiya birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn û ya polîtîk dizane. Naxwazin peyamên wî bigihijin gel. Ji bo vê hiqûqê jî weke amûrekî bi kar tînin. Şaxên darazê, alîkariyê dide ku bernameya dewletê ya têkildarî birêz Ocalan pêk bîne. Dibe ku bernameyeke dewlet û hikûmetê ya ji bo birêz Ocalan hebe. Lê divê dadgehên ku ji xwe re dibêjin serbixwe û bêalî nebin amûrên wan. Hiqûqê jî bi awayekî veşarî ev tiştên ku hikûmetê kirine erê kir. Ev yek dê di demên pêş de rêli ber encamên jêneveger veke.”    VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ    Di berdewamê de Çakmak anî ziman ku binpêkirina mafên bingehîn ên Ocalan veguherîne îşkenceyê û wiha dom kir: “Derheqê van cezayên disiplînê de agahiyê jî nadin parêzeran. Ev sepan tevek jî ne li gorî qanûnan e. Me gelek caran got ku ev tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dê li seranserî welêt berbelav bibe. Tecrîd, bûye polîtîkaya dewletê. Êdî ferqa derve û hundir nema ye. Ne tenê li dadgehan lê di her qadên jiyanê de em rastî tecrîdê tên. Mafên birêz Ocalan tên astengkirin û divê kesek li dijî vê bêdeng nemîne. Divê hiqûqnas xwe bêdeng nekin.”   ‘EM Ê LI DIJÎ WÊ BISEKININ’    Herî dawî jî parêzer Çakmak ev tişt anî ziman: “Derdorên muxalîf û hiqûqnas û aktîvîstên ku têkildarî mafên mirovan xebatan dimeşînin, li dijî tecrîdê ne. Divê rayedarên payebilind jî li dijî tecrîdê derkevin. Ji dîroka komarê ve her tim heman sepan di meriyetê de bûn. Carnan dem tê ew bi xwe dibin muxatabên van sepanan. Amûrên hiqûqî li gorî bîrdoziya fermî ya dewletê şêweyê xwe diguherînin. Dadgehên ewlekariyê yên dewletê ku sepana kemalîzmê bû, hêj di meriyetê de ne. Tenê nav guherî ye. Kî dibe bila bibe dema rastî van sepanan hat, em ê li dij derkevin.    DIVÊ BI BIRYARÊN DMME’YÊ BIKE   Ji bo bidawîkirina tecrîdê me bi gelek rêxistinên civaka sivîl re serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. DMME dibêje ku cezayê muebbeta giran ne cezayekî însanî ye û biryar da ku divê ev kes di demên piştre de bên berdan. Lê Tirkiye bi vê biryarê nake. Ev biryar ji bo birêz Ocalan nakeve meriyetê. Heke birêz Ocalan nebûya, heta niha teqez ev biryar biketa meriyetê. Ji ber birêz Ocalan ditirsin ku di qanûnên xwe de hinek sererastkirinan bikin. Komîteya Wezîran herî dawî ev mijar girt rojeva xwe û ji Tirkiyeyê pirsî bê ka di vê mijarê de çi kiriye. DMME jî li gorî rewşa polîtîk tevdigere û nakeve nava hewldanan. Dibe ku ev mijar di demên pêş de ji rojeva Komîteya Wezîran bê xistin. Lê di halê hazir de rêya hiqûqî ya herî bibandor ev e. Ji ber ku li holê biryara DMME’yê heye û divê bi vê biryarê bikin. Ji bo ku bi vê biryarê bikin, çi ji destê me were em ê bikin. Heke li gorî biryarên DMME’yê tevbigerin, birêz Ocalan li gorî hiqûqê dikare azad bibe. Heke Tirkiye bi biryaran neke, dibe ku ji Konseyê bê avêtin. Ji ber biryarên Kavala û Demîrtaş ji xwe ber bi pêvajoyeke wiha ve diçe. Di demên berê de Azerbaycanê jî heman tişt kiribû lê neçar ma ku paşde gav biavêje. Tirkiye jî li ber pêvajoyeke wiha ye.    PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN TECRÎD E   Di salên 2013-2015’an de me dît ku dema tecrîda li ser birêz Ocalan heta astekê tê rakirin, li Tirkiyeyê gelek tişt diguherin. Di wan salan de welêt, ji demsala havînê derbasî demsala biharê bû. Civaka me ji her alî ve hate ba hev, ji xweseriya demokratîk heta otonomiyê, ji mafên siyasî yên kurdan heta mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, gelek tişt hatin nîqaşkirin. Ev tevek jî bi saya hevdîtinên bi birêz Ocalan re çêbûn. Wê demê me girîngî û hêza birêz Ocalan a li nava civaka Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dît. Her wiha me dît bê ka dema hevdîtin tên qedexekirin, krîza aborî derdikeve, rewşenbîr ji welêt derdikeve, civaka dilnerehet dibe û hwd. Divê siyaset vê rastiyê bibîne û dîsa bi Îmraliyê re dest bi hevdîtinan bike. Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, tecrîde. Aloziya civakî kûrtir dibe. Heta tecrîd ranebe, ne ev welat demokratîk dibe û ne jî aborî dikare bi ser xwe ve were. Ev tevek jî mîna xelekên zincîrê girêdayî hev in.”   MA/ Mehmet Aslan