Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê 2022-05-24 09:09:48 ŞIRNEX - Bêşebabiyan li dijî êrişên Tirkiyeyê bal kişandin ser yekitiyê û gotin: "Kurd divê bêbextiyê nekin û axa xwe biparêzin." Bi hevkariya AKP-PDK'ê êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Kurd ku hevkariya PDK'ê wekî "bêbextiyê" bi nav dikin, ji bo cerdevanên tevli êrişan dibin jî bang dikin ku nebin şirîkê vî sûcî. Şêniyên Bêşebab a Şirnexê li dijî êrişan ji bo yekîtiyê bang kirin.    Ji gundê Germavê Kazin Boran diyar kir ku çewisandinên dewletê ji salên 1990'an ve didomin û got: "Ez 80 sal in li vî gundî me. 80 sal in çewisandin hene. Di salên 90'an de gundê me hat bombekirin. Wan salan cerdevantî hat ferzkirin. Kesên qebûl nekirin bi êrişên dijwar re rû bi rû man. Bi roketan êriş anîn ser mala me. Her wiha eşîran jî zorê dida me. Hewl didin me qaneh bikin ji bo cerdevantiyê. Me qebûl nekir."    JI BO YEKITIYÊ BANG KIR   Ji gundê Karçînê Meryem Kaya (50) anî ziman ku dewlet bi hemû rê û rêbazan bi ser kurdan de tê û wiha axivî: "Ji ber zextên salên 90'an 3 salan nikaribûm biçim gundê xwe. Lê axirê em cardin vegeriyan hatin. Ev zilm hê jî didome. Ji bo bidawîbûna vê tahde û zilmê kurd divê bibin yek. Êdî bila mirin bi dawî bibin. Bila dayik negirîn êdî. Lê yê neheqiya mezin li kurdan dikin kurd in. Divê ev yek bi dawî bibe."    ‘KURD DIVÊ AXA XWE BIPARÊZIN'   Bahar Ûlaş (42) jî bertek nîşanî cerdevanan da ku tevli êrişên li Herêma Kurdistana Federe bûne û got: "Berê mirov bi darê zorê dibûn cerdevan. Niha cerdevan bêbextiyê li axa xwe dikin. Kurd divê bêbextiyê nekin û axa xwe biparêzin."    JI BO PERA...   Ji gundê KArçînê cerdevanê berê Hamît Kaya yê 75 salî bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: "Kesên çekê bisipêre birayê xwe em li hemberî wan in. Barzanî neheq e. Barzanî bila biçe li mala xwe rûnê, bila dev jê berde û kesên mafdar bitêkoşin. Me tu carî piştgirî neda vê helwesta wî û em nadin jî. Barzanî îro ro piştgiriya Erdogan dike. Ji bo pera çekê disipêre birayê xwe."