Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin 2022-05-24 09:09:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên Tirkiyeyê çûna zozanên li Herêma Kurdistana Federe hat qedexekirin. Yûsûf Elî Şerîf ê mêşvan got: "Her derî bombe dikin. Eskerên Tirkiyeyê nahêlin em biçin zozanên xwe."  Bi dehan malbatên li navçeya Mexmûr a Mûsilê debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Malbat zivistanê li navenda navçeyê mêşên xwe xwedî dikin û bi hatina biharê re jî berê xwe didin zozanan. Ji ber ku Mûsil pir germ e, malbat havînan diçin zozanan. Lê îsal ji ber êrşên bi tevkariya AKP-PDK'ê yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe çûna wan zozanan hatiye qedexekirin.      Yûsûf Elî Şerîf ku ji sala 2006'an ve mêşvaniyê dike, anî ziman ku ji ber qedexeyên Tirkiyeyê û hevkarê wê PDK'ê nikarin biçin zozanan. Şerîf got: "Qanûnên mirovan hemû xwe disipêrin pergala mêşan. Girîngiya mêşan a di ekosîstemê de û fêdeya wan a ji bo mirovan pir zêde ye. Bi taybetî jî hunguvê mêşan bi kêrî gelek nexweşînan tên."    NE HIKÛMET KOMEKE PASÎF   Yûsûf Elî Şerîf ragihand ku eskeran çûna zozanên Sîdekan, Lûlan û Xinêrê qedexe kirine û got: "Niha Tirkiye nahêle em biçin zozanên xwe. Her roj wan bombebaran dike. Ji xeynî vê Îran jî êriş dike. Yanî em nikarin bi rihetî biçin zozanên xwe. Hêzên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin diher warî de neheqiyê dikin. Li Başûr hikûmeta herêmî heye, lê pir pasîf e. Tirkiye û Îran her roj bi topan û balafirên şer bera me didin. Lê rêvebiriya herêmî tu bertekê nîşanî vê nade. Li gor min ne hikûmeteke herêmî ye, hêzeke çekdar e û li herêmê serwer e. Ji lew re Tirkiye û Îran hem bi êrişên xwe yên eskerî hem jî bi teknolojiyên xwe xwezaya Kurdistanê talan dikin. Lê li hemberî vê deng ji hikûmetê dernayê."    ‘EM DIXWAZIN EM BI AWAYEKÎ AZAD BIJÎN'   Yûsûf Elî Şerîf diyar kir ku hunguvê mêşan li gor salan diguherê û got, sal heye 10 ton hungiv bi dest wan dikeve car heye qet dest bi wan nakeve. Şerîf da zanîn ku ji ber şert û mercan û qewimînan niha tenê 500 mêşên wî mane û got: "Bi hezaran moz jî ji germa û ji ber tozê mirin. Hikûmet bi tu awayî alîkariya me nake û xwedî li me dernakeve. Em hunguvê xwe bi derfeta xwe dibin li bazarên Bexda, Hewlêr û Kerkûkê difiroşin. Êdî divê rêvebir çareyekê ji bo vê rewşa me bibînin. Ev dê heya kengî wisa bidome. Êşa ku çar parçeyê Kurdisyanê kişandiye divê bê dîtin. Hêvîdar im zilma û dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe. Em jî wekî hemû gelên din ên cîhanê dixwazin azad bibin û wekî mirovan bijîn. Em ê heya kengî li ber devê kêrê bin."