Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin 2022-05-24 09:08:42 RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê têkoşîna demokratîk û siyasî mezintir bibe û bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya ji bo tecrîda da.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî salekê ye xeber ji Ocalan nayê girtin û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî tê astengkirin.    Birayê wî Mehmet Ocalan qedexeyên ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re nirxandin û got, tecrîda li ser Ocalan 23 sal in didome û tecrîd tu carî ranebûye û got: "Em pêvajoya 2014-2015'an em wekî pêvajoyeke ji tecrîdê wêdetir dibînin. Li ser Ocalan û hevalên wî pêkanîneke ku li seranserê cîhanê li tu derî tune ye heye. Mirov heya cihekî dikare ji bo vê bibêje tecrîd. Lê tiştên piştî van valan hatin pêkanînan tiştine ji tecrîdê jî girantir in."      CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Ocalan bal kişand ser qedexekirina hevdîtina bi parêzeran jî û got, cezayên dîsîplînê bê hincet in. Ocalan got: "Tiştekî ku bibe sedem cezayê dîsîplînê li Ocalan bê birîn tune ye. Ger dewlet rabe xwe bi xw eh9incetan çêbike û ceza bibire, nexwe divê ev ceza xw ebisipêre tiştekî."    ‘ÇARESERÎ NAYÊ XWESTIN'   Ocalan destnîşan kir ku sedema girankirina tecrîda girêdayî helwesta ji bo meseleya kurdî ye û got, helwesta ji bo meseleya kurdî û ya ji bo Ocalan jî hirêdayî hev in. Ocalan destnîşan kir ku gava dewlet şer giran dike hevdîtinan jî asteng dike û wiha domand: "Zemîna vê bi meseleya kurdî re eleqedar e. Çareserkirina meseleyên li Rojhilata Navîn çareserkirina pirsgirêka kurdî ye. Heya meseleya kurdî neyê çareserkirin dê li Rojhilata Navîn tu kes rihet nebe. Ev şer didome. Gelê kurd jî, dewlet jî dizanin ku ger hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin û pêvajoyeke nû dest pê bike, dê meseleya kurdî çareser bibe. Lê dewlet naxwaze meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Rojeva dewletê li ser tunekirina kurdan e."    TÊKOŞÎN   Ocalan bilêv kir ku bi girtina deriyên Îmraliyê reji çareseriyê dûr hatiye ketin û wiha axivî: "Qebîliyetê birêvebirinê ya dewlet û hikûmetê xelas. Ji hilbijartinan re pir hindik ma. Dewlet di ser meseleya kurdî re netewperestiyê dike û dixwaze bi vî awayî xwe bike desthilat. Ê herî zêde çûye Girava Îmraliyê ez im. Serok ji ber meseleyên biçûk û hêsan cezayê dîsîplînê naxwe. Tişta ku dewlet dixwaze biafirîne pir cuda ye. Ji ber ku ceza ji bo tiştekî en tişt birîne nikarin hincetekê jî berpêş bikin. Divê em têkoişîna xwe ya siyasî û demokratîk mezintir bikin. Ger em deriyê Girava Îmraliyê venekin  dê meseleya kurdî û pirgsirêkên Rojhilata Navîn çareser nebin."    MUXALEFETÊ REXNE KIR   Her wiha Ocalan anî ziman ku helwesta desthilat diyar e û vê bangê li muxalefetê kir: "4 girtî li Îmraliyê dîlgirtî ne. Ji xeynî HDP'ê çima partiyên din ên muxalefetê napirsin? Carinan hin sazî jî vê yekê dikin rojev. Lê ji xeynî kurdan kes napirse bê çima her 4 kesên li wir 2 sal in nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re û praêzeran re bikin. Di vî warî de deshilat û muxalefet heman tişt in. Ev nayê qebûlkirin."    'DIVÊ ROJEV TECRÎD BE'   Mehmet Ocalan birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ev tecrîd û hevdîtina girtiyan a bi malbatê re bibe rojev.    MA / Mujdat Can