Bernameya Newroza 2018’an zelal bû 2018-03-08 13:14:55 ENQERE – Îsal dê agirê Newrozê bi dirûşmeya "Newroz berxwedane li diji faşizmê bihara gelan e" li 40 navendan gûr bibe. Starta Newrozê di 17’ê adarê de li Farqînê dest pê dike û fînala Newrozê di 21’ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin.    Kelecan û coşa Cejna Newroza 2018'an dest pê kir. Bernameya îsal a Newrozê jî zelal bû. Pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tên li dar xistin. Komîsyona navendî ya Newrozê bernameya Newrozê aşkere kir û li gorî vê plansaziyê dê starta Newrozê di 17’ê adarê de dest pê bike û li 40 navendan pîrozbahî dê bên lidarxistin.    Sala par Newroz bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser kevin” pêk hatibû. Komîsyonê îsal jî dirûşmeya Newroza “Newroz berxwedane li dijî faşîzmê bihara gelan e" diyar kir.    Li gorî bernameya aşkere kirin dê starta Newrozê di 17’ê adarê li navçeya Farqînê ya Amedê dest pê bike. Pîrozbahî dê heta 21’ê Adarê bidomin. Fînalên Newrozê li Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr û Geverê hat plankirin.    Bernameya Newroza 2018’an wiha ye:    17’ê adarê: Farqîn, Qoser, Konya, Sêrt, Kocaelî, Antalya, Çewlig û Erdexan.   18’ê adarê: Êlih, Mêrdîn, Pirsûs, Dîlok, Bursa, Dersim, Bedlîs û Mereş.    19’ê adarê: Mûş, Colemêrg, Îdir, Semsûr, Agirî û Erxenê.    20’ê adarê: Meletî, Bazîd, Manîsa, Dep, Qers, Hatay û Enqere.    21’ê Adarê: Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Nisêbîn, Cizîr û Gever.    Li gel van navendan jî dê plansaziyên herêmî bên kirin û pîrozbahî bên lidarxistin. Bi van navendan re jî li bendê ye ku dê îsal li nêzî 100 navendî pîrozbahiyên Newrozê pêk bên.    Hat zanîn ku li gelek navendan ji bo amadekariyên Newrozê komîteyên amadekar jî hatine avakirin.