ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-24 09:00:55 * Hêzên serdest vîna êzdiyan tune dihesibînin û bi “Peymana Şengalê” dixwazin artêş û rêveberiyek nû ava bikin û ev hêz dixwazin xwe bigihînin çavkaniyên binê erdê û armanc dikin ku pêşkêşî bazara dinyayê bikin.  * Parêzer Serhat Çakmak diyar kir ku weke xelekekê, hemû krîzên siyasî, civakî û aborî bingeha xwe ji tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digirin û wiha got: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, ne pêkane ku meseleyên din bên çareserkirin.”    * Suleyman Bolunmez ê AKP'yî ku Şirnexê bi karên madenê talan kiriye,  niha jî çav berdaye erdên li Gundikê Remo yê li quntara Çiyayê Cûdiyê.    * Aktivîstên ekolojîyê bal kişandin ser talankirina ekolojiya herêmê û gotin: "Dewleta tirk xwezay Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne."    * Mehmet Ocalan diyar kir ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê têkoşîna demokratîk û siyasî bilindtir bibe û bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya ji bo tecrîda da.    * Ji ber êrişên Tirkiyeyê çûna zozanên li Herêma Kurdistana Federe hat qedexekirin. Yûsûf Elî Şerîf ê mêşvan got: "Her derî bombe dikin. Eskerên Tirkiyeyê nahêlin em biçin zozanên xwe."    * Bêşebabiyan li dijî êrişên Tirkiyeyê bal kişandin ser yekîtiyê û gotin: "Kurd divê bêbextiyê nekin û axa xwe biparêzin."   * Hevserokê ÎHD a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin got, ew ê kesên ku gef lê xwarine tim nerihet bike.    * Rêvebera TUHAY-DER’a Ege’yê Selma Altan, ku bandora qeyrana aborî ya li ser girtîgehan nirxand, diyar kir ku pêdiviya kêmtirîn a qawişeke ku 10 girtî lê dimînin 8 hezar lîre ye û bi lêv kir ku qeyrana aborî ya li girtîgehan perçeyekî polîtîkayên tecrîd û tenêhiştinê ne.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 442'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê Hevgerînendeya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin û Midûra Karên Nivîsan a Reyhan Çapan ku ji ber Berkîn Elvan kirin nûçe tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)   * Li bendê ye cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî yê li Silêmanîyê di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin, bigihîje Wanê.    * Saziyên ku mitînga 10'ê Cotmehê li dar xistin û parêzerên doza qetlîamê dê li Navenda Giştî ya KESK'ê têkildarî geşedanên dozê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * HDP dê komcivîna xwe ya li Meclisê li dar bixe. (12.45)