Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê 2022-05-24 07:50:14   ŞIRNEX - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî ku di êrişeke çekdarî ya li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû, gihişt navçeya Silopiyayê.   Siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî yê ji bajarê Wanê ya bakurê Kurdistanê di 17'ê gulanê de li bajarê Silêmaniya başûrê Kurdistanê di encama sûîkastek çekdarî de hatibû qetilkirin. Cenazeyê Çelebî gihişt navçeya Silopiyaya Şirnexê. Çelebiyê beriya 12 salan ji ber dozên derbarê wî de vebûn li Herêma Kurdistana Federe bi cih bû, di 18’ê Gulanê de rastî êrişeke çekdarî hat. Ji bo Çelebiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da duh li bajarê Silêmaniyê merasîmek hate lidarxistin. Cenazeyê Çelebî, piştî merasîma hatiye kirin ji bo veşartinê ber bi bajarê wî Wanê ve hate şandin.    Cenazeyê Çelebî ji Deriyê Sînor yê Xabûrê derbas bû gihişt navçeya Silopiyayê. Cenazeyê ku Parlamantera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier pê re bûn, li vir ji aliyê parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê ve hate pêşwazîkirin. Piştî kirariyên gumrukê cenazeyê Çelebî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Tê payîn ku piştî kirariyên otopsiyê wê cenazeyê Çelebî bibin Wanê.