Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin 2022-05-23 21:57:30   ŞIRNEX – Di şerê li Çiyayê Cûdiyê de 4 esker mirin û gelek esker jî birîndar bûn.    Di 30'yê Nîsanê de li Çiyayê Cûdiyê 8 esker miribûn. Piştî mirina van eskeran operasyonek eskerî hatibû destpêkirin. Operasyona hatiye destpêkirin bi rojan e didome. Hat diyarkirin ku cardin esker ber bi herêmê ve hatine şandin.   Her wiha hat hînbûn ku di şer de 4 esker mirine û gelek jê jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku eskerên mirine û yên birîndar bi ambulansan di ser gundê Avgamasiya re anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Ji xeynî vê hat hînbûn ku gelek eskerên birîndar jî birine Fermandariya Tumenê ya Sînor a Cendirmeyan a 23'yan a Şirnexê.    Liv û tevgera hewayî ya li herêmê didome.