Rojnameger Tunç binçav kirin 2018-03-08 09:41:50 STENBOL – Rojnameger Hayrî Tunç bi hinceta îxbar heye li mala xwe hat binçavkirin.  Li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê polîsan bi ser mala Hayrî Tunç de girt û ew binçav kir. Di saetên şevê de polîs çûn mala Tunç û îdia kirin ku der barê wî de îxbar heye. Hat îdiakirin ku îxbar li Wanê hatiye kirin û bi vê hincetê hat binçavkirin. Li bendê ye di saetên pêş de Tunç bi riya SEGBÎS’ê îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Wanê.