AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin 2018-03-08 09:33:48 ENQERE - Di Meclîsê de parlamenterên AKP’î êrîşî parlamenterên HDP’î kirin û di êrişê de wekîlê HDP’ê Muslim Dogan û Mahmut Togrul birîndar kirin.  Dema li Meclîsê zagona teşfîkê ya pêşnûmeya torbe dihat axaftin, wekîlên AKP’î ji ber axaftina wekîlê HDP’î ya li ser Efrînê êrişê wekîlên HDP’ê kirin.  Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul ji ber got 'Li Efrînê Paqijiya Etnîkî tê kirin' Parlamentera Konyayê ya AKP’ê Leyla Şahîn Usta êrişê Togrul kir û got: “Leşker ji bo welat şer dike, heke sivîl tên kuştin ew ji aliyê PKK’î yê hevalê we ve tên kuştin, tu nikarî li ser vê kursiyê wisa biaxivî' û niqaş derket. Piştî niqaşan di navbera Togrul û Şahînê de, zêdeyî 100 parlamenterên AKP’ê yên li Meclîsê êrişê parlamenterên HDP’ê kirin. Parlamenterê HDP’ê Muslim Dogan û Mahmut Togrul bi derbên li wan ketin birîndar bûn. Parlamenter ji ber birîndar bûn ew birin cihê alîkariya tenduristiyê ya destpêkê û hatin dermankirin.   Piştî êrîşan parlamenterê AKP’ê  Mehmet Ugur Dîlîpak bi ser parlamintera HDP’ê ya jin de qêrîya û got: “Emê we bikin zilam”, parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanê gotinê da û got: “Na em dê nebin zilam em dê bibin jin û hûn jî hînî vê bibin”.  Piştî êrişa demdirêj hin parlamenterên AKP, CHP û HDP’ê ketin navberê êrişê û alî ji hev hatin cihêkirin.