Rojnameger Oruç nehat berdan 2018-03-07 18:21:32     ÊLIH - Rojnameger û Nûçegîhana Ajansa DÎHA Şerîfe Oruç a 21 mehin girtî tê darizandin dîsa nehat berdan.    4’emîn danişîna doza nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Oruç, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Oruç a li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye ji ber pirsgirêka SEGBÎS'ê nekarîbû bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe. Li gel Oruç Emrullah Oruç û Muzaffer Tunç ên ji heman dosyayê tên darizandin jî hatin darizandin. Muzaffer Tunç ê li Patnosê girtî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerê Oruç û Tûnç Şehmus Bayhan, Mesut Aydin û Semra Balyan di danişina dozê de amade bûn. Hevalên Oruç ên rojnameger ji tev li danişinê bûn. Balkêşê e beriya danişînê 2 roj berê şahiekî bi navê Devran Çakir derket holê. Parêzeran jî parastin kirin û diyar kirin ku Oruç rojnameger e û xwestin serbest bê berdan. Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê der barê Oruç de biyara berdewama girtinê da û  doz daloqî 8'ê Gulanê kir.