Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin 2018-03-07 18:06:20   EFRÎN - Balafirên şer ên TSK'ê gundê Mîska Jorîn a Cindirêsê bombe kir. Di bombebaranê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.    Şerê TSK'ê û komên girêdayî wê tevî biryara Agirbestê ya NY'ê 47 rojin bê navber axa Efrînê bombe dike. Di bombekirina balafirên TSK'ê de 4 welatiyên din jiyana xwe ji dest dan. Balafirên şer ên TSK'ê îro dîsa gundê Mîska Jorîn a Navçeya Cindirêsê ya Efrînê bombe kir. Di bombekirinê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Heyva Sor heya niha xwe gihandiye cenazeyê sivîlekî. Cenazeyên her sê sivîlên din di bin enqazê de mane. Li gorî meclisa Tenduristiyê ya Efrînê heta niha zêdeyî 216 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 400 sivîl jî birîndar bûne.