Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin 2018-03-07 15:36:33 MÊRSÎN – Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê xwestin stranan vebêjin, lê ewlekarên zanîngehê ew asteng kirin û gotin: “Rûnên û dengê xwe nekin.” Polîsan jî li vê nîqaşê temaşe kir.    Li Zanîngeha Mêrsînê xwendekaran di navbera nîvro de li enstrumanan dan û xwestin bistrên. Lê Yekîneya Ewlekarên Taybet (OGB) hunera xwendekaran asteng kir. Xwendekaran li dijî astengkiyê nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê yekê ewlekaran xwe li xwendekaran hêrs kirin û qîr kirin. Ewlekarek ji xwendekaran wiha got: “Hûn nikarin li stranan bêjin. Wek zilaman dibistana xwe bixwînin û neaxivin. Li cihê xwe rûnên û dengê xwe nekin.”    Di navbera xwendekar û ewlekaran de nîqaş berfireh bû. Polîsên hatin cihê bûyerê tenê li rageşiyê temaşe kirin. Pişt re polîs û ewlekar ji cihê bûyerê veqetiyan.    Xwendekaran diyar kir ku xwediyên esil ê zanîngehê ew in û dê di navberê nîvro de her tim stranan vebêjin.