Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan 2018-03-07 14:50:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Amed, Wan, Dersim, Colemêrg, Îdir û Agirî di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li erbaneyan dan û meşiyan. Jinan bang li  tevahiya jinan kirin ku beşdarî mitîng û şahiyên 8'ê Adarê yên dê sibê pêk bên bibin.    Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wan, Amed, Dersim, Colemêrg, Îdir û Agirî jinan kedkarên jin ziyaret kirin, qurnefilan li wan belav kirin û şahiyan li dar xistin. Li Wan û Amedê ji bo beşdariya mitînga belavok li jinan hatin belavkirin û tevahiya jinan vexwendin mitîngê.    Endamên Platforma Jinan a Ax Tamarayê li ber avahiya KESK’ê civîyan û meşiyan. Jinên ku li erbaneyan dan û meşiyan bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî", "Bijî Berxwedana Jinan" berz kirin, heta Kolana Cumhuriyetê û Qada Beşyolê meşiyan. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yedîşen Karabulak, Hevseroka DBP’ê Ayla Tarhan û endamên platformê jî tev li meşê bûn. Jinan di meşê de banga mîtînga sibê ya 8’ê Adarê kirin û belavok belav kirin Mîtînga 8’ê Adarê dê sibê (8 Adar)  saet 11.00’an, li Parka Musa Anter, pêk bê.    Li navçeya Erdîşê ya Wanê jinan şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ertan û rêveberên HDP'ê û DBP'ê û gelek jin beşdar bûn. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û piştî axaftinan goveng hat gerandin.    AMED    Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) dê sibê saet di 12.00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin. Jinan bi armanca bangkirina beşdariya mitîngê li 4 navçeyên navendî yên Amedê belavok belav kirin. Gelek j ili ber avahiya rêxistina HDP’ê ya Kayapinarê li hev kom bûn û li esnaf û bazaran geriyan û jinan vexwendin mitîngê. Jin dabeşî 3 koman bûn û li bazarên semta Huzurevlerî, kolana Yilmaz Guney û semta Metropolê bi jinan ziyaret kirin.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr jî di nav de gelek jin çûn serdana navçeya Sûrê û belavok belav kirin. Jinan li kolana Melîk Ahmet geriyan û belav kirin û welatiyan vexwendin mitîngê. Jin ji Kolana Gazî heta semta Ofîsê meşiyan û belav dan welatiyên birêve diçûn. Dema jin meşiyan polîsan lêdana erbeyan asteng kir.    Li Kolana Sakarya ya navçeya Rezan jî gelek jin li hev kom bûn û heta Parka Koşuyolu slogan berz kirin û bi tîlîliyan belavavok belav kirin. Jinan slogana “Jin jiyan azadî” berz kirin û welatiyan vexwendin mitîngê.    DERSIM    Platforma Jinan a Dersimê jî di çarçoveya şahiyên 8’êAdarê de çûn fabrîkayên tekstîlan û jinên kedkar ziyaret kirin û 8’ê Adara wan pîroz kirin. Endamên Platformê qurnefilan diyarî jinan kirin û behsa pêvajoya têde derbas dibin kirin. Endamên Platformê dê sibê saet li 12.00’an li Qada Seyît Riza şahiyek li dar bixin û tevahiya jinan vexwendin şahiyê.    COLEMÊRG   Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û 8'ê Adarê pîroz kirin. Alîkara Hevserokên HDP'a Colemêrgê Sîpan Turan axivî û got ku her jinek hêvî, jiyan û kedkar e û behsa têkoşîna jinan a li her qadê kir. Turan 8'ê Adarê li tevahiya jinên kurd û cîhanê pîroz kir.    ÎDIR - AGIRΠ   Rêxistina HDP'ê ya Îdirê jî li Kafeya Balkon şahiya 8'ê Adarê li dar xist. Di şahiyê de jin li hev kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê beşdarî şahiyê bû û peyamên piştevaniya têkoşîn û berxwedana jinê da. Şahî bistrîn û govend gerandinê bi dawî bû.   Li Agiriyê jî jin li esnafan geriyan qurnefilan belav kirin.